Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 09:10 12 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 22'yemîn di roja 106'emîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 22'yemîn ve hat dewirgirin û 106 roj in berdewam dike. 
 
Xizmên girtiyan ,"Em di bin her şerd û mercê de li daxwazên zarokên xwe xwedî derdikevin. Ev wiha dewam nake divê rayedar demildest grevên birçîbûnê bi dawî bikin."