Emîne Şenyaşar: Ez nobeta edaletê digirim

  • 09:10 12 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar ji ber bêedaletiyê li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Emîne destnîşan kir ku ji ber bêedaletiyê ser hemû sûcan tê girtin û got:"Heta ku edalet pêk neyê ez ê ji vir neçim."
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de, xizm û parazvanên Parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û ji malbatê 3 kes kuştibûn. Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, du kurên xwe Adîl û Celal Şenyaşar winda kir, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, berî danişîna bê dîtin, bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 4’emîn de ye. Emîne Şenyaşar têkîldarî bûyerê ji ajansa me re axivî.
 
‘Ez nobeta edaletê digirim’
 
Emîne diyar kir ku ew tenê dixwaze edalet were cih û ji bo vê nobeta edaletê digire. Emîne wiha axivî: “Kurên min li dikanê bûn li wan xistin. Piştre wan birin nexweşxaneyê. Kurê min got heke min bibin nexweşxaneyê ew ê min bikujin. Wek gotina kurê min bû û herdu kurê min di hundirê nexweşxaneyê de kuştin. Xwîna wan li dîwarên nexweşxaneyê ma. Bi şev ew dîwaran boyax kirin. Piştre qeydên nexweşxaneyê jê birin. Niha qeydan dernaxin. Sûc xistin stûyê kurê min ê din û ew jî xistin girtîgehê. Dev ji me bernadin. Em tên dozgerê tehmê nadin me. Li Pirsûsê tehmê nadin me. Bi çekan li derdorê me digerin.”
 
‘Yê ku kuşt li derve digere’
 
Emîne anî ziman ku kurê wê bê sûc li girtîgehê  girtî ye û wiha got: “Li ber çavên min li wan xistin. Ji me 3 kes mirin lê yê ku wan kuştiye li derve digere. Edalet li ku derê ye? Ji ber vê bêedaletiyê qeydên nexweşxaneyê jê dibin, dîwarên nexweşxaneyê boyax dikin, delîlan winda dikin? Em tên li vê derê rûdinin. Her wiha nahêlin ku em  derdê xwe ji dozger re vebêjin.”
 
‘Em êdî nikarin rakin’
 
Emîne got bila êdî zarokên wê berdin û wiha pê de çû: “Bes e êdî em nikarin rakin. Çavên min çûye, ji dil de nexweşiyên min hen in. Bila edalet bi awayekî durust pêk were û em jî ji vê zilmê xelas bibin. Bila gunehê me nexin stûyê xwe. Kê zarokên me kuşt, kî hat dikana me û ev zilm kir aşkere ye. Lê çima tu tişt nayê kirin? Ez berdana kurê xwe dixwazim.”
 
‘Heta edalet neyê cih ez ê ji vir ranebim’
 
Emîne diyar kir ku ji ber neçariyê li ber edliyeyê ne û wiha got: “Kesên me tune ye çima ji me re wisa dikin. Bû 3 sal kurê min girtî ye. Çima yê ku qetil kirine naxin girtigehê.  3 kurên min kuştin li ser wan jî hebek xistin zindanê. Her sê din jî ji mirinê filîtin. Di doza me de tu pêşketin tune ye loma me êdî çare nedît em li ber edliyeyê daxwaza edaletê dikin. Heta ku kurê min bernedin û wan negirin ez ê ji vir ranebim. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin biçin ba dozger lê dozger jî me red dike. Ez pêrîşan bûme, dilê min diêşe, çavên min baş nabîne lê ez ji vir ranabim heta dawiyê.”
 
‘Ji ber ku min daxwaza edaletê kiribû min xistin nezaretê’
 
Emîne di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Cara berê jî ez çûbûm ber AKP’ê rûniştibûm. Wê çaxê min xistibûn bin çavan. Min xistin nezaretê û lêgerîna tazî li ser min fez kirin. Piştre min xistin nezaretê. Ji ber ku min edalet xwest min xistin nezaretê. Di destên min de tu tiştek nema ye ku winda bikim. Hema bila kurê min berdin û sûcdaran bigirin.”