6 sal in cenazeyê Zeydan Yanar nehatiye dîtin

  • 09:06 12 Adar 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Cenazeyê Zeydan Yanar ê di berxwedana rêveberiyên xweser a Geverê de jiyana xwe ji dest dabû 6 sal in nehatiye dîtin. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û dayika wî Sabîha Yanar diyar kir ku cenazeyê kurê wê di bin avahiyên Geverê de ne û daxwaz kir ku demildest cenazeyê kurê wê bê dîtin.
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 13’ê Adara 2015’an de ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk ve rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Piştî ilankirina rêveberiyên xweser, tevî 6 sal derbas bûye jî tiştên hatine jiyîn teze ne. Sîvîlên hatin qetilkirin, nivîsandinên zayendperest, xaniyên hatin şewitandin û hilweşandin û ya herî girîng jî cezaneyên nehatine dîtin. Bi hezaran ciwan û jinî li dijî êrîşên li hember axa xwe parastina rewa kirin û bi derfetên xwe parastin kirin. Piştî pevçûnên bi dehan ciwanên hatin gel hev Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) ava kirin û ji êrîşên li hember axa wan gotin êdî bes e.Yek ji van ciwanên li dijî êrîşê parastina rewa pêk anî Zeydan Yanar ê 18 salî bû.
 
‘5 sal in min cenazeyê kurê xwe nedîtiye’
 
Sabîha Yanar ku piştî îlankirina rêveberiyên xweser diçe Colemêrgê û got Zeydan li Geverê maye û wiha pê de çû: “Zeydan ji bo parastina cewherî li ser axa xwe ma. Piştî qedexeyê 4 roj şûnde me agahî girt ku Zeydan jiyana xwe ji dest daye. Lê 5 sal in me cenazeyê wî nedîtiye. Ger miribe bila bêjin. Ger dijî jî bila agahî bidin. 5 sal in me hîna nedîtiye. Wê demê 18 salî bû. Tevlî YPS’ê bûbû ji me re nedigot. Piştî me agahî girt ku şehîd ketiye em bi yên Geverê re ketin têkiliyê, me ji wan pirsî lê gotin kurê te nemiriye. Ez hîna li kurê xwe digerim. Ez dibêjim belkî wê rojekê bê. Çavên min li rê ye. Piştî qedexeyê ez vegeriyam Geverê. Mala min hatibû şewitandin. Tu tiştek nehat ber çavên min, tenê çavê min li kurê min bû.”
 
‘Ez bawer dikim ku wê kurê min derkeve û bê’
 
Sabîhayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Der barê jiyana Zeydan de her tim agahî tên. Lê ev yek jî ne rast in. Yên li Geverê jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyên wan biribûn Erziromê. Ez jî çûm Erziromê. Ez çûm morgê. Lê tu tiştekî aydê kurê min tunebû. Min tu şopek nedît. Min xwest ez DNA’yê bidim lê dozger destûr neda û navê me girt. Rayedaran gotin hûn jî li cenaze bigerin em jî digerin, ger agahiyekê em bigirin em ê ragîhinin. Lê hîna jî tu agahî tune ye. Gelo ev rewşa min pir baş e. Ez hîna jî bawer dikim ku wê kurê min ji cihekî derkeve û bê. Min xwest ez xwînê bidim lê dozger got ji ku hatiye li wir bide. Ez li vir bidim ez ê  çawa bidim. Yek daxwaza min ev e, ger kurê min kuştibin jî bila bêjin. Ger dijî bila bêjin dijî. Wa dikeve sala 6’an. Ger rojekê cenazeyê kurê min bê dîtin jî bila bi poşetekî neynin, ew ê canê min pir biêşîne.”
 
‘Kurê min di bin van avahiyan de ye’
 
Sabîha ku li Erziromê kurê xwe nedît û ji nû ve vegeriya Geverê wiha dawî lê anî: “Hemû hewldan vala derketin, bê encam man. Kurê min hîna li Geverê di bin avahiyan de ye. Ez dizanim kurê min di bin vê axê de ye lê nizanim li ku derê ye. Kurê min bêkes di bin van avahiyan de ye. Bila demildest kurê min bibînin.”