Amed di mirinên biguman ên jinan de di rêza 3’emîn de ye

  • 09:02 12 Adar 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku rêjeya întîxarên li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe û bi taybet li herêmê hîn bêtir zêde bûye. Yukselê destnîşan kir ku Amed di alî mirinên biguman yên jinan de di rêza 3’emîn de cih digire.
 
Di rojên borî de Cigira Serokê Giştî yê CHP’ê Gamze Akkuş Îlgezdî, rapora der barê întîxarên li Tirkiyeyê pêk tên de aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku bûyerên întîxarê di dema AKP’ê de ji sedî 48 zêde bûye, her hefte herî kêm 65 kes întîxar dike. Her wiha di raporê de hat diyar kirin ku di 2002’an de 2 hezar û 301 kesî ji ber sedemên cuda dawî li jiyana xwe anîne, di 2019’an de jî ev gihiştiye 3 hezar û 406 kesî. Hat diyar kirin ku ji sedî 42 kesên întîxarkirine kiryar nediyarin. Her wiha hat gotin ku navbera salên 2017 û 2019’an de ku derbasî pergala hikûmeta serokomariyê hatibû kirin jî 9 hezar û 916 kesî, di navbera 2002 û 2019’an de di dema desthilatdariya AKP’ê de 53 hezar û 425 kesî întîxar kirine.
 
Her wiha di raporê de di nav sedemên întîxarê de krîza aborî cihekî girîng digire. Di navbera 2002 û 2019’an de kesên ji ber debarê întîxar kirine 4 hezar û 801 kes, ji van întîxaran ji sedî 17 yanî 798 kesî di navbera 2017 û 2019’an de dawî li jiyana xwe aniye. 2017’an de 232 kesî û di 2019’an de jî 312 kesî dawî li jiyana xwe aniye.
 
Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku di encama lêkolînên wan de jî daneyên balkêş derketine holê û got ev di pêşerojê de wê di civakê de birînên mezin vebike.
 
‘Bûyerên întîxarê zêde dibin’
 
Yukselê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê piştî sala 2018’an şûnde bûyerên întîxarê pir zêde bûne û bi taybet di navbera 2020 û mehên ewil yên 2021’ê de gelek zêde bûye. Yukselê ev tişt anî ziman: “Sedema zêdebûna întîxaran atmosfera siyasî, civakî û aborî ya li welate. Ji daneyên TUÎK’ê me berê jî xebatên li ser Întîxarê meşandibûn û bi qadî em dibînin, hesta bê çaretî û tenêtiyê bandorek mezin dike. Di daneyên TUÎK’ê de sedema gelek întîxaran nayê zanîn. Daneya duyem jî aboriye, pirsgirêka debarê ye, îflasên karin, têkiliyên hestiyarî, mijarên malbatê ne.”
 
Yukselê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiyeyê wek rewşên hestiyarî, bêzarî, pirsgirêkên şexsî nêzî bûyerên întîxarê dibin û wiha got: “Divê bi tu awayî wek rewşên şexsî û munferît nêzî bûyerên întîxarê nebin. Ji bo çareseriyê divê têkilî bi pergalê bê danîn. Întîxarên ku yek yek tê dîtin di esasê de, bêtenduristbûna civakê nîşan dide. Bala xwe bidinê dema pirsgirên pergalê zêde dibin bûyerên întîxarê jî zêde dibin.”
 
Temenê întîxarê dikeve
 
Yukselê balkişand ser lêkolîna ku dawî hatiye kirinê û got bi zarokên keç re di navbera temenê 15-19’an de di mêran jî di navbera temenê 18 û 27’an de întîxar zêde bûne û ev tişt daxuyand: “Zarok di pêvajoya mezinbûnê de baştir pirsgirêkên civakê ferq dikin. Dest bi lêpirsîna pisgirêkan dikin. Ev jî ji bo wan dibe sedem. Ger ciwanan hawireke hîn bi ewle hîs bikira û pêşiya xwe vekirî bidîtia wê ev întîxar evqas zêde nebûna. Li Tirkiyeyê der barê van demên derbasbûnê de mixabin bernameyên cidî tune. Dibêjin bila ev dem wisa bixwe derbas be. Wisa derbas be jî wê hîn bêtir birînên mezin vebibe.”
 
‘Divê ji cihê polîtîk bê nirxandin’
 
Yukselê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her çiqas agahiya bûyerên întîxarê ji Stenbol, Îzmîr û Enqereyê bê jî dema mirov dinêrin li Dêrsîm, Ardaxan, Burdur, Edîrne û Aydinê zêdetire. Li herêmê bûyerên întîxarê zêde ne. Bi taybet li Amed, Dîlok û Rihayê. li Amedê întîxarên jinan gelek zêdeye li welat di rêza 3’emîn de ye. Dîlok û Riha jî li pey Amedê ye. Di bin întîxarên jinan de bêwatebûn û bê pêşerojbûn heye. Lê ger hun bêjin ku mêr an jî jin zêde ne, hejmara mêran yên întîxar dikin zêdetire. Mixabin li Tirkiyeyê mêr jinan qetil dike lê pergala ku mêr ava kiriye jî mêran dikuje. Zêdebûna întîxaran girêdayê pergalê ye. Li şûna ciwan bên xurtkirin, bê hêz tên xistin.”