Piştî 3 mehan cenaze radestî malbatan hatin kirin

  • 20:28 11 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Cenazeyê 3 HPG'yîyên ku di 22'ê Mijdarê de li Kerboranê jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan hatin kirin.
 
Di encama operesyonên di 22'ê Sibata 2020'an de dewleta tirk li çiyayên herêmê dan meşandin de 3 HPG'yîyên bi navê Berîvan Dogan (Binevş Zîlan), Meryem Çelebî ( Arjîn Mêrdîn) û Medenî Oguz (Rêber Firad) jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 3 mehan zêdetir e cenazeyên wan di goristana bê kesan a bi navê Komorê hatibûn binaxkirin.
 
Malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin ji demjimêrên şefeqê heya seet 17.00'an li Mêrdînê bûn. Pişt re  cenazeyên wan hatin dayîn.
 
Ji bo merasîma binaxkirinê cenazeyê Medenî Oguz birin navçeya Îdil a girêdayî Êlihê ye. Cenazeyê Berîvan Dogan birin Bismilê û cenazeyê Meryem Çelebî jî birin Hezexê.