HDP çû serdana malbata Şenyaşar

  • 16:50 11 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê serdana malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê ew ê dev ji nobeta xwe bernede.
 
Di hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûsê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Parlamenterê AKP'ê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de hevjîn Haci Esvet Şenyaşar û law Adîl û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Daxwaza hêvdîtinê ya malbata Şenyaşar a têkildarî dosyayê, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Rihayê ve hat redkirin û piştî vê yekê malbatê dest bi nobetê kirin. 
 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 3 roj berê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobet girtinê kirin û lêgerîna edaletê didomînin. Nobeta lêgerîna edaletê di roja 3'emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê serdana malbatê kirin. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevseroka HDP'ê ya bajêr a Rihayê Çîgdem Karaçîlî û li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedlê Ogur di şangeya serdanê de cih girtin. 
 
'Daxwaza me pêkanîna edaletê ye'
 
Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê ew ê dev ji nobeta xwe bernedin û wiha axivî: "Ev sê roj in em li vir ji bo edaletê rûniştine. Dozger daxwaza me red dike. Ew çi edalet e ku xwe dide pişt sûcdaran. Ka edalet, ka hiqûq ka însanetî. Bila dev ji vê dijminatiyê berdin. Daxwaza me tenê pêkanîna edaletê ye. Bila qeyd û dîmenên nexweşxaneyê jî derxînin, hemû delîlan dikarin kom bikin. Lê çima wê zilmê li me dikin."
 
'Bila kurê min berdin'
 
Emîneyê da zanîn ku tu kesên wan nemaye û wiha got: "Tu kesên me nema ye. Êdî doza min tenê ji bo pêkanîna edaletê ye. Bila kurê min berdin, dewsa wî yê ku sûcê kirine bigirin. Kesa ku sûcê kiriye li derve serbest digerin lê kurê min bê sûc e û girtî ye."
 
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî daxwaza pêkanîna edaletê kir.