Hevdîtina Şengalê bidawî bû: Daxwaz careke din hatin pêşkêşkirin

  • 16:33 11 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Şandeya Şengalê ku piştî xwepêşandana îro, bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn, daxwazên xwe careke din bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Rayedarên Iraqê jî diyar kirin ku ew ê van daxwazan ragihînin Bexdayê.
 
Xelkê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve îro dijî planên li ser herêmê meşeke girseyî li dar xist. Tevî astengiyan jî girse heta ber benda leşkerî ya artêşa Iraqê meşiyan. Piştî daxuyaniya ku li vir hat dayîn, şandeyek ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û ruspiyên êzidiyan pêk tê, bi rayedarên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anî.
 
Di hevdîtina ku Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê pêk hatin de, ji şandeya Şengalê Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xwesar a Şengalê Xebat Hermo, Berdevka TAJÊ ya Şengalê Neam Bedel û rusipiyên Êzidiyan amade bûn.
 
Li gorî agahiyên Rojnewsê endamên şandayê di hevdîtinê de careke din bal kişandiye ser îradeya gelê Şengalê. Endamên şandeyê diyar kirin ku wan dubare ji rayedaran re ragihandiye ew dest ji îradeya xwe berdanedin û dê li ser vê yekê bi israr bin. Şendayê her wiha da zanîn ku wan careke din daxwazên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî rayedaran kirine.
 
Endamên şandeyê destnîşan kirin ku rayedarên artêşa Iraqê jî gotine ew ê van daxwazan ragihînin Bexdayê.