8'ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin
- 15:32 9 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên Kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê ya herêma Stavropolê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek li dar xistin.
Li herêma Stavropol a Rûsyayê, jinên kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî li dar xistin. Çalakiya ku li mala Çandê ya navçeya Novo Aleksandrovskê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Bi navê Meclîsa Jinê Hasret Bazoyevan axivî û diyar kir ku 8'ê Adarê bi taybetî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd xwedî roleke girîng e. Hasretê 8'ê Adarê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, YJA Star, YPJ û tevahiya jinên kurd pîroz kir.
Hevseroka Otonomiya Jinê ya Stavropolê Hûsyeîn Axmedov jî got, "Têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahiya jinan mînak e. Em bi saya têkoşîna jinan a Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştin vê astê."
Pîrozbahî bi konsera hunermendên xwecihî dewam kir. Dengbêj Mihemed Rûstemov, Barî Aliyev, Evînar Bazoyev û Selîm Hasanov hunera xwe pêşkêş kirin û beşdarên pîrozbahiyê jî li ber stranên wan govend gerandin.