Nûnerên êzidiyan li gel rayedarên Iraqê civiyan

  • 15:28 11 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Piştî gelê Şengalê meşeke girseyî berbi seytereya Iraqê ve lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê rêveberên MXDŞ’ê, PADÊ û TAJÊ li gel rûspiyên Êzİdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan û daxwazên gel gihandin wan. 
 
Piştî gel astengiya hêzên Iraqê hilweşandin û xwe gihandin girseya nava Şengalê, bihezaran kes dijî hewldanên pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê dest bi meşê kirin. Di meşê de rûspî, bawermend, rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û pêkhateyên din ên Şengalê cih girtin. Bê navber bi dirûşman piştgirî dan Asayîşa Êzîdxanê û dirûşmên, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Berxwedana Dayîkan” hatin gotin.
 
Paşê li nêzî seytereya Iraqê Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Birahîm bi navê girseyê axivî û diyar kir, ew ê careke din destûr nedin, Şengal bibe qurbana hesabên siyasî û ev peyam da: “Em fermanên dibin navê qanûnan de li ser xwe qebûl nakin. Eger dewleta Iraqê û cîhan bixwazin qanûnan pêkbînin, divê tenê li ser gelê Êzîdî pêkbînin. Em li dijî qanûnên Iraqê nînin, li gorî qanûnên dewleta Iraqê, em jî daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me ye, li gorî qanûn Şengal bibe herêmeke Ne Navendî (La Merkezî), yanî Şengal xwe bixwe xwe birêve bibe. Li gorî destûra Iraqêye. Her wiha ji ber gelê me û jinên Êzîdî di qirkirinê re derbasbûne, ev jî mafê xweseriyê dide me.”
 
Piştî daxuyaniyê nûnerên MXDŞ, TAJÊ, PADÊ, li gel rûspî û bawermendên Êzîdî şandeyek hevpar li gel rayedarên Iraqê civiyan. Girse jî li Asayîşa Êzîdxanê kom bûye, li benda encamên hevdîtinê ne.