Têkildarî 18 parêzerên MEBYA-DER'ê lêpirsîn hat destpêkirin

  • 15:26 9 Adar 2021
  • Rojane
MED - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve têkildarî 18 parêzerên wekîltiya endamên MEBYA-DER'ê dikirin lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de di dîrokên 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de li dijî MEBYA-DER'ê operasyon hat kirin û 29 kes hatin binçavkirin. 5 kesen hatibûn binaçvkirin bi şerdê kontrola edlî hatin berdan û 7 kes hatin girtin. 
 
Hat hînbûn ku bi hinceta gumanên dosyayê ne û di derbarê wan de dosyayên "endamtiya rêxistinê","propagandya rêxistinê" hene hat astengkirin parêzer dosyayan bişopînin û lêpirsîn têkildarî wan hatiye destpêkirin.
 
Parêzerên têkildarî wan lêpirsîn hatiye destpêkirin wiha ne: Gulan Çagin Kaleli, Elif Taşdogen, Harika Karataş, Deniz Yildiz, Muhittin Muğuç, Fettah Keleş, Serhat Çakmak, Bawer Mizrak, Emrah Baran, Osman Çelik, Şilan Çelik, Firat Îke, Hüseyin Bogatekin, Serhat Eren, Ramazan Kurt û Berdan Acun.