Rûniştina Sadiye û Sadik hat dîtin

  • 15:25 9 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL-3'yemîn rûniştina  doza rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglû  ku ji “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin hat dîtin. 
 
3’yemîn rûniştina doza rojnameger Sadiye Eser û  nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglû ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Sadiye û Sadik ku berdayî tên darizandin bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn. 
 
Ozgur Baran ku li ser Sadiye û Sadik îfade daye û di rûniştina beriya niha de derbarê wî de biryara “anîna bi zorê” hatibû dayîn jî tevlî danişînê nebû. 
 
Di rûniştinê de  Sadiye û Sadik mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku di vê pêvajoyê de tiştekî ku bibêjin tune ye. Parêzera Sadik  Ayşe Acinikli, ji dadgehê xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser muwekîlê wî bê rakirin. 
 
Piştî parastinê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, biryar da ku fermana “anîna bi zorê” ya ji bo Ozgur Baran careke din ji Miduriyeta Polisan re bê şandin û biryar qedexeya derketina derve ya li ser Sadik  bê berdewamkirin û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.