Jinan li dijî 'tecrîd û qirkirinê' qad bi rengê xemrî xemilandin

  • 09:06 9 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Jinên do li mîtinga Wanê qad tije kirin banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî qirkirina jinê û tecrîdê kirin. Her wiha jinan li qada mîtîngê bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Wanê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîdê azadî" li Parka Mûsa Anter ji bo 8'ê Adarê mîtîng li dar xistin. Jinên beşdarî mîtîngê bûn cilên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û dîmenên rengo rengo û bi coş derketin pêş. 
 
Di mîtîngê de xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan hat derketin. Gotina hevpar a jinan azadî bû. 
 
'Em kuçeyan terk nakin'
 
Nazlican Aba diyar kir ku bidawîkirina tundiya li ser jinê bi têkoşîna jinê pêkan e û wiha got:"Li qadên 8'ê Adarê me careke din nîşan da ku li dijî tundiya mêr em çiqas bi hêz in. Divê jin li dijî tundiyê serî netewînin û serî hildin û kuçeyan terk nekin."
 
'Tenê daxwaza kurdan azadî ye'
 
Zeliha Yacan bi lêv kir ku divê tecawiz, îstismar bi dawî bibe û wiha domand:"Îro roja me ye, ji bo tecawiz û îstismar bi dawî bibe îro em hatin vir biqêrin. Divê êdî tundî, pevçûnbi dawî bibin û aştî pêk bê. Em êdî naxwazin hêsirên jinan bên xwarê. Kurd turk ferq nakin. Em êdî naxwazin dilê me bişewite. Tenê daxwaza kurdan azadî ye. Bila jin serî hildin, rabin ser piyan, li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin."
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe'
 
Fatma Serhatli da zanîn ku jin li qadan jiyaneke bi rûmet dixwazin û wiha got:"Armanca me ne teneê gerandina govendê ye em azadiya xwe dixwazin. Jin li qadan jiyaneke bi rûmet û jiyaneke mirovane dixwazin. Daxwaza me ya herî mezin hilweşandina dîwarên zindanan e. Bila girtî bigihêjin azadiya xwe. Bila tecrîd bi dawî bibe."
 
'Li dijî dengê li zindanan bilind dibe bêdeng nemînin'
 
Ceylan Dîndar a got "Em ê teqez bi ser bikevin" wiha dewam kir:"Li vî welatî êdî cinayetên jinan bi awayekî ku wekî rewa be tê nîşandan. Her roj em bi cinayetên jinan hişyar dibin. Îro li vir em wekî jinên serî hildidin me dest bi raperîna xwe kir û em ê teqez bi ser bikevin. Li dijî dengê li zindanan bilind dibe bêdeng nemînin. Bi coşe 8'ê Adarê em li qadên Newrozê bigihêjin hevdu."
 
'Jin jiyan azadî'
 
Nejla Keleş bi bîr xist ku divê jin her li gel hev bin û wiha got:"Li dijî tundiya mêr divê jin dengê xwe bilind bikin. Li qadê em bi tundiyê rû bi rû dimînin. Êdî bes e. Jin encax li gel hev bisekinin û li dijî tundiyê derkevin."
 
'Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibe'
 
Evîn Oklu ya banga bicihanîna daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kir wiha got:"Em careke din li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan e. Wekî jin daxwaza me ew e ku daxwazên girtiyan bên cih û grevên birçîbûnê bi dawî bibin."
 
'Bila tundiya mêr bi dawî bibe'
 
Selcan Saygi ya ji Gevera Colemêrgê ji bo li dijî tundiya mêr bisekine hatibû Wanê got ew dixwaze tecrîd û qirkirina mêr dike bi dawî bibin.
 
Eylem Roza da zanîn ku ew dibêje jin jiyan azadî wiha got:"Em jinan û serokatî ji dil silav dikin. Her çiqas ew şer li ser me ferz bikin jî em ê qadan tije bikin. Ew ê tu carî nikaribin me têk bibin. Em ê teqez bi ser bikevin."
 
'Divê girtî bigihêjin azadiya xwe'
 
Suzan Oztunç jî wiha got:"Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn û hêsir birijin. Divê girtî bigihêjin azadiya xwe û em dibêjin ji vê zilmê re êdî bes e."
 
Miyeser Dinçer a da zanîn ku divê jin bigihêjin azadiya xwe wiha got:"Em êdî naxwazin em di bin zextê de bin. Divê zilma mêr bi dawî bibe û serokê me serbest bê berdan. Êdî bes e."
 
'Li dijî tecrîdê em dengê xwe derxin'
 
Ayten Salgur wiha got:"AKP dibêje em li dijî tundiya li ser jinê ye. Lê belê em dizanin ku ev gotinên AKP'ê ne ji dil e. Jin li ber zarokên xwe tên qetilkirin. Li dijî zihniyeta baviksalarî em têdikoşin. Bila jin qet bêdeng nemînin. Li dijî tecrîdê em dengê xwe derxin."
 
'Em serokatî silav dikin'
 
Kiymet Kiziltaş wiha got:"Em li vir di serî de serokatî û piştre hemû girtiyên siyasî silav dikin. Em dibêjin bila demildest azad bibin. Em zarokên têdikoşin silav dikin."
 
'Em li ser şopa zarokên xwe ne'
 
Fatma Aslan a got ew bi zilma AKP'ê re rû bi rû ne wiha got:"Îro jin têdikoşin û canê xwe feda kirine û hatine vê rojê. Em bi zilma AKP'ê re rû bi rû ne. Êdî bila zilim bi dawî bibe. Em li ser şopa zarokên xwe ne."
 
Elif Oner wiha got:"A çê ev e ku îro ev roj heye. Em di encama vê têkoşînê de êdî dikarin xwe îfade bikin. Em bi jinên têkoşînê dikin serbilind in."
 
'Em zilmê qebûl nakin'
 
Narîn Akbulut a anî ziman divê daxwazên girtin bên qebûlkirin wiha got:"Grevên birçîbûnê hîn didomin. Em dixwazin daxwazên girtiyan demildest bînin cih. Em vê zilmê qebûl nakin."
 
Zere Aslan got:"Em serîhildana zindanan silav dikin. Ji bo yek jiyana xwe ji dest nede divê em hemû têbikoşin."
 
'Ji bo Abdullah Ocalan azadî'
 
Delila Abi da zanîn divê gelê kurd bi ziman û nasnameya xwe bijî û wiha got:"Di serî de Abdullah Ocalan divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em divê bila ev zilm demildest bi dawî bibe. Divê gelê kurd jî bigihêje mafê ziman û nasnameya xwe. Êdî ji vê zilmê re bes e."
 
Saadet Çaça anî ziman ew ji Tetwanê hatiye Wanê û wiha domand:"Em ê li her derê hebin. Zarokê min jiyana xwe ji dest da. Lê min dev ji têkoşîn û armanca zarokê xwe berneda. Dema ez derbasî qadê dibûm polîsan got tê bi van dermanan derbasî ku bibe. Min jî got ez bimirim jî ez ê bi van dermanan derbasî qadê bibim. Min jî wiha bertek nîşan da. Ez dayika Merwan im. Zarokê min li Çiyayê Bestayê di 2017'an de şehîd ket. Heta ez bimirim ez ê li ser şopa zarokê xwe bim."
 
'Em li qadan dewam bikin ku dengê xwe bilind bikin'
 
Leyla Kulter da zanîn ku divê jin bi hev re têbikoşin û wiha got:"Em ê di nava her şerdî de li gel hev bin. Em li qadan dewam bikin ku dengê xwe bilind bikin."