Şengalî astengî hilweşandin: Dest bi meşa girseyî kirin

  • 13:21 11 Adar 2021
  • Rojane
  
ŞENGAL - Tevî astengiya artêşa Iraqê jî, bi hezaran welatiyên Şengalê li navenda bajêr kom bûn û dest bi meşê kirin. Di encama berxwedana gel û jinan de konvoya gel gihîşt Şengalê. Di van kêliyan de bihezaran kes bi hildana ala Asayîşa Êzidxanê di navenda bajêr de dimeşin.
 
Hikûmeta Federal a Iraqê li ser zextên Tirkiye û PDK’ê careke din, gef li Şengalê xwar û ragihand ku divê hêzên parastina Şengalê di nava 24 saetan de ji Şengalê derkevin. Piştî vê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) duh bi awayeke awarte civiyabû û biryara lidarxistina meşeke girseyî li navenda Şengalê dabû. Meş di saet 09.00’an de li navenda Şengalê pêk hat şengalê ji aliyê nokteyên kotrolê yên Iraqê ve hatin sekinandin û destûr nehat dayîn ku girse derbasî nava bajêr bibin.
 
Yê êzidilên ku rastî astengiya seytereya artêşa Iraqê hatibûn, di encama berxwedan û israra zêde de karîn xwe bigihînin, navenda bajarê Şengalê. Meş bi beşdariya hezaran kesî dest pê kir. Bi hezaran kes bi pêşengiya rûspî, bawermend, kesayet, siyasetmedar û rêveberên Şengalê dest bi meşê kirin.