Îfadeya jinên di bin çavan de hat girtin

  • 10:21 11 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Karê îfadegirtina 12 jinên ku di 8'ê Adarê de tevli Meşa Feminist a Şevê bûn û bi îdaya "Heqaret li serok komar kirine" hatibûn binçavkirin qediya.
 
Derbarê 18 jinên ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhan tevli 19'emîn Meşa Feminist a Şevê bûn de biryara binçavkirinê hatibû girtin û ji van 18 jinan 12 jê hatibûn binçavkirin. jinên ku hatin binçavkirin karê wan ê îfadegirtinê qediya.  Parêzerên feminist ku li ser medya dijîtal derbarê jinên hatin binçavkirin de parvekirin kirin diyar kirin ku sedema binçavkirina jinan, dirûşmên 'Tayyîp bireve jin tên û 'Hilpeke hilpeke yê hilnapeke Tayyîp e' û bi îdaya heqaret li serokkomar kirine hatine binçavkirin. 
 
Herwiha parêzerên feminist diyar kirin ku karê îfadeyê yê jinan qediya ye û banga ku bila her kes berî nîvro li ber Edliyeya Çaglayanê be kirin.