Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in didome
- 09:44 11 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 21'emîn di roja 105'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 21'emîn ve 105 roj in berdewam dike.
Xizmên girtiyan bertek nîşanî sersariya rayedaran dan û gotin, "Tecrîd rastiya vî welatiye bi bincilkirinê nayê veşartin. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."