Ji bo Asayîşa Êzidxanê dê meş bê lidarxistin

  • 17:44 10 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Li gorî agahiyan hêzên Iraqê ragihandine ku divê hêzên asayîşa êzîdiyan ji Şengalê derkevin, Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), li dijî biryarê sibê meşek li dar dixe. 
 
Li gorî agahiyan hêzên Iraqê ragihandine ku divê hêzên asayîşa êzidiyan ji nava navenda bajarê Şengalê derkevin. Li ser vê yekê Îro Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ),  bi awayeke awarte li bin Konê Nobeda ji bo piştgiriya Şengalê kom bûn. Her wiha hat diyarkirin ku dê derbarê mijarê de sibê li Şengalê meşek bê lidarxistin. 
 
Zêdeyî 100 roje êzidî ji bo hêzên Asayîşa Êzidxanê li nava bajêr bimînin û ewlekariya bajêr bigire, di nobetê de ne. Di vê çarçoveyê de heya niha rêveberiya xweser gelek rêze hevdîtin li gel rayedarên Iraqê, li gel hêzên siyasî û hikûmeta federal pêkanîne. Bi dehan meş û çalakî bi daxwaza betalkirina peymana dijî Şengalê ya navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin, lidarxistine. 
 
Daxwaza wan a sereke ew e ku di çarçoveya mafên destûrî yên Iraqê de xwedî rêveberî, hêzên parastina xweser bin û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.