TJA'yê bertek nîşanî girtinan da

  • 14:15 10 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê bang kir ku jinên berî 8'ê Adarê hatine girtin bên berdan û got:"Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin, em ê heta dawî nirxên biparêze."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo jinên di navbera 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de hatin girtin daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat xwestin kesên di bin çavan de ne bila demildest bên berdan. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin dê jin dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Berî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê di serî de jin li dijî muhalifan êriş ji aliyê faşîzma dewlet-mêr hat kirin. Rêveberên MEBYA-DER'ê ji 27'ê Sibatê vir ve hatin binçavkirin û aktivîstên me Ayşe Tutmaz, Ayşe Çelikbilek, Hulya Vurar bi şerdê kontrola edlî hatin berdan. Her wiha Yuksel Almas hat girtin. Her wiha aktivîsta me Bêrîtan Onen  do bi awayekî bêhiqûqî hat girtin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Em van biryarên faşîzan qebûl nakin. Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin, em ê heta dawî nirxên biparêze. Bijî serîhildana me ya jinê."