Ji bo îfadeyê bang li Bêrîvan Kutlu hat kirin

  • 13:55 10 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Ji bo îfadeyê bang li Hevseroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, kirin.
 
Bi îdiaya "Pesindayina sûcdar û sûcê" ji bo  îfadeyê bang li Hevseroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, kirin. 
 
Ji endamên Grup Yorumê Hêlîn Bolek ji bo endamên wan ên bi xeta sor lê dihat gerîn ji lîsteyê bên derxistin û ji bo qedexeyên konserê bên rakirin û li dijî zextên li ser Navenda Çandê ya Îdilê ketibû rojiya mirinê û di 288'emîn rojiya mirinê di 4'ê Nîsana 2020'î de jiyana xwe ji dest dabû. Bêrîvanê ji bo Hêlînê di 3'yê Nîsana 2020'î de parvekirin kiribû lê ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Cizîrê bi îdiaya "Pesindayina sûcdar û sûcê" gazî Bêrîvanê ya ji bo îfadeyê hat kirin.