Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in didome
- 09:04 10 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 21'emîn di roja 104'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 21'emîn ve 104 roj in berdewam dike.
Xizmên girtiyan, siyasetmedar û balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û dixwazin ku daxwaz bên qebûlkirin.