Jin wê bi coşa 8’ê Adarê bimeşin cejna Newrozê

  • 09:02 10 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku tevlî mîtînga Amedê ya 8’ê Adarê bibûn bal kişandin  ser 21’ê Adarê Cejna Newrozê û destnîşan kirin ku  bila jinên kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşa 8’ê Adarê werin Newrozê.
 
Bi destpêka meha Adarê re reng û xemla jinan xwe dide der. 8’ê Adarê ji bo jinan roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye. Lewma jinên kurd ji 8’ê Adarê heta Newrozê wan rojan wek rojên herî bi wate û rengîn digirin dest. Herdem jinên kurd, ji rojên taybet re û bi taybet jî ji Newroz û cejnan re pêşengtî kirine û dikin. Jinên kurd ji 8’ê Adarê dest bi meşa xwe dikin, di Newrozê de digihîjin hev û têkoşîna xwe derdixînin lutkeyê. Cejna Newrozê ku her sal ji her hêlên cîhanê ve ji aliyê kurdan ve dihat pîrozkirin par ji ber şewba Koronayê (COVID-19) bi girseyî nehatibû pîrozkirin. Jinên tevlî mîtînga 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya DKAP'ê de hat lidarxisitin bûn diyar kirin ku bi vê coşê dixwazin bimeşin Cejna Newrozê.
 
‘Em ê bi heman coşê newrozê jî pêşwazî bikin’
 
Ji jinan Selva Çam diyar kir ku divê coşa 8’ê Adarê xwe bigihîne cejna Newrozê û wiha axivî: “Ez dixwazim em bi coşa 8’ê Adarê li cejna Newrozê kom bibin. Em hemû jin hertim li pey azadiyê ne û çanda xwe digihêjînin her deveran. Em çiqas zêdê bibin û dengê xwe bikin yek ewqas jî hêza me zêde dibe. Di mîtînga 8’ê Adarê de polîsan di nokteyên lêgerînê de ji me re zahmetî derxistin. Ji bo ku em neyên gel hev hemû tişt kirin. Lê em naxwazin ji me re bibin asteng û em bi hêza xwe wan astengiyan vala derdixin. Çawa ku îro em ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin gel hev em dixwazin bi heman  coşê biçin qada  Newrozê û pîroz bikin.”
 
‘Dê ev coş û rihê berxwedanê li Newrozê jî hebe’
 
Melek Başkale jî destnîşan kir ku ew ê bi bi xemla xwe biherikin qada Newrozê. Melek, got: “ Hemû kes dît ku jinan qadan çawa bi awayekî coş û berxwedêr tijî kirin. Em dixwazin heman coş û rihê berxwedanê li Newrozê jî çêbe. Em ê di cejna Newrozê de jî biherikin qadan. Gava hemû jin gel hev kom dibin rihê berxwedanê derdikeve holê. Her çiqas rojek li ser derbas dibe hêz û têkoşîna jinan zêdetir dibe. Em reng û coşa jinê hertim di van qadan de dibînin.”
 
‘Em dixwazin ev newroz wekî ya sala 2013’an be’
 
Jina ku nexwest nav û paşnavê xwe parve bike li ser wateya Newrozê sekini û wiha got: “ Cejna Newrozê ji bo me kurdan roja berxwedan û vejînê ye. Par ji ber nexweşîna koronayê me wekî dihat xwestin Newroz pîroz nekir. Koronayê wek hincet nîşan dan. Lê îsal em dixwazin Newroz jî bi coşa 8’ê Adarê be. Îsal her çar parçeyên Kurdistanê de em dixwazin newrozê pîroz bikin.  Gerek gelê me tevî şert û mercan dîsa jî bên cejna newrozê. Bila giş rabin ser piyan û ji coşa newrozê bêpar nemînin. Em dixwazin îsal wek sala 2013’an qerebalix be Newroz. Wê salê ji her deverê kes hatibûn. Her wiha yên ku bi trênê hatibûn hebûn. Ez bang li tevahî jinên kurd dikim ku bila hemû bi cil û bergên xwe yên kurdî Cejna Newrozê pîroz bikin.”
 
‘Bila xeml û xêza xwe werin newrozê’
 
Herî dawî jî Zuhal Çelîk axivî.  hest û fikrên xwe wiha anîn ziman: “Bila hemû kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi xeml û xêza xwe werin Cejna Newrozê. Me par gelek xwest ku me Newroza xwe pîroz bikin lê nehiştin ku em bi girseyî pîroz bikin. Gotin qedexe heye. Em nikarin werin gel hev lê me dîsa jî bi derfetên xwe di mal û kûçeyên xwe de pîroz kir. Lê vê carê em ê ligel hemû astengî, şert ûmercan li qada Newrozê werin gel hev.”