ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 10 Adar 2021
  • Rojev
 
*Derûnnas û endama Komeleya Mezopotamyayê Nalîn Acat di axaftina bi me re kiriye de bal kişand ser êrişên li ser jinan û got: “Tundî bingeha xwe ji civakê a di bin deshilatdariya mêr de hatiye avakirin digire. Di roja îro de jî ya ku herî zêde bandorê li zêdebûna tundiyê dike jî civak û dad bi xwe ye. Divê em li hemberî wê yekê zimanekî nû biafirînin. Ev jî rêya sereke ya ber bi pêşveçûyînê ye.”
 
*Jinên ku tevlî mîtînga Amedê ya 8’ê Adarê bibûn bal kişandin  ser 21’ê Adarê Cejna Newrozê û destnîşan kirin ku  bila jinên kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşa 8’ê Adarê werin Newrozê. DÎMEN HEYE
 
*Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn 8’ê Adarê nirxand û got: “Em xwedî li destkeftiyên dîrokî derdikevin. Me bi hêza xwe ya rêxistinbûna xweser biryara berdewamkirina berxwedanê nîşan da. Bi vê hêzê jî em ê her tim li qadan bin.”
 
*Daneşîna Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu wê di Dadgeha 2'emîn ya giran a Mêrdînê de were dîtin. (09.00)