Li Îzmîrê jinan di meşa şevê de bang kir: Em ê li jêr nenêrin

  • 21:38 8 Adar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê de Meşa Şevê hat lidarxistin. Jinên îzmîrê di meşê de bi dirûşma "Em ê li jêr nenêrin meşiyan."
 
Li Serbanga Platforma Jinan a Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Meşa Feminîst a Şevê hat lidarixistin û bi hezran jin li ber ser Kolana Kibrisê li ber avahiya OSYM'ê hatin gel hev. Di meşa ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan de bi dawî bû  pankarta bi nivîsa "Em karê bi ewle, jiyaneke bê tundî dixwazin û ji bo wekheviyê em ê li jêr nenêrin" hat vekrin û dirûşmên, "Bijî berxwedana jinan" , "Jin jiyan azadî" , "Bijî hevkariya jinan" û "Polîs destê xwe ji ser bedena min bikişîne" hatin berzkirin. Di çalakiyê de bi sê zimanan ku kurdî jî di nav de hebû daxuyanî hat dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Îzmrê Serpîl Kemal bay jî axivî. 
 
 Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku jin ji bo bibêjin "Wiha naçe li vir in" û di bardewamiyê de ev tişt hat gotin: "Di bin navê pandemiyê ji bo patronan bac tê kêmkrin û teşwîk tên dayîn. Lê daxwazên jinan ji nedîtîve tên.  Di dema ji karderxistinê de di serî de jin ji kar tên derxistin. Bi "Kod 29 ku tê wateya "Li gorî ehlaq tevnegeriyaye" kes ji kar tên derxistin. " 
 
'Li cihê kar vîrusa Koronayê li malê tundiya mêr' 
 
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bi banga "li malê bimîne"  barê jinan hatiye girantirkirin û ev tişt hat gotin, "Li cihê kar jin bi  tirsa pandemiyê dijîn û li malê jî li jinan tundî tê kirin. Di sala borî de ji 300 zêdetir jin hatin qetilkirin û dumehên vê salê jî bi qirkirina jinan derbas bûn. Ji bor her kuştineke jinan jî gotin întîhar, qeza û ser rastiyê girtin. Lê em dizanin ku kujerê jinê pergala serdest ya mêr e û polîtîkayên îqîtdarê ne."
 
'Eqûbeta Gulîstan Doku hat pirsîn'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala edalet û darazê nayê lêpirsînkirin û jinên ku xwestin xwe biparêzin yên wekî Melek Îpek, Mîmet Akun jî tên darizandin. Di dirêjiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Ji bo Gulîstan Doku ya ku ji sala borî de winda ye jî îqtîdar destên xwe nalivîne. Em li welatekî ku tenê edalet di pirtûkande û li ser kaxizê dimîne dijîn."
 
'Qayûm zîhniyetî êrîşî destkeftiyên jinan dike'
 
Di daxuyaniyê de Nûnertiya wekhev ya zayendan ku bi têkoşîneke mezin hat bidestxistin hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku  bi taybet vê nûrertiyê hişt ku jin di rêveberiyên herêmî de û rêxistinên saziyan de cih birin. Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: "Qeyûmên ku tayînî şaredariyan kirin, di serî de êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Qeyûmê ku tayînî Zanîngeha Bogazîçî jî kirin îcreata wan jî bû girtina kuluba xebatê ya lgbtyan. Bi tayînkirina qeyûman mafên jinan tê xespkirin."
 
Daxuyaniyê de axaftina Ozlem Zengîn ya AKP'yî jî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin, "Ozlem Zengîn diyar kir ku ew bawer nake li tirkyeyê lêgerîna tazî hebe. Lê her roj lêgerîna tazî tê kirin û di bin çavan de destdirêjî tê kirin. Jinên ku têkoşîna jinê rêvebirin bê êrîşa bi kuçikan a polîsan re rûbirû hatin. Bi vê rêbazê xwestin hevalên me bêdeng bikin." 
 
Piştî daxuyaniyê Serpîl Kemalbay axivî, bi peyama ku ji jinên girtî re şand dest bi axaftinê kir û wiha got, " Di girtîgehan de siyastmedarên jin û xwendekar hene ez ji wan re silavên xwe dişînim. Ev meşa li heber patriarka û kapîtalîzmê û faşîzmê ye. Dengê piyên jinan wê cîhanê bihejîne. Bijî têkoşîna jinê ya azadiyê."
 
Çalakî bi govenda li ber mûzîkê bi dawî bû.