Li Enqereyê 15'êmîn meşa femînîst bi coş derbas bû

  • 20:46 8 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Îsal bi hezaran jinê bi têkoşîna xwe mohra xwe li 15'êmîn meşa femînîst xistin. Tevî hemû astengiyan jinan meş li dar xistin û peyama jiyaneke wekhev dan. 
 
Îsal bi hezaran jin beşdarî 15'êmîn meşa femînîst a li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê bûn. Nehat hiştin jinên trans têkevin qadan û di encama têkoşîna çalakvanan ketin qadê. 
 
Jinan pankarta "Ew patriarkaya dê hilweşe" hilgirtin û ber bi Kolana Sakaryayê ve meşiyan. Dowizên "Serîhildana jinê ji bo jinê mîrate ye","Li dijî tundiya dewlet mêr xweparastin","Cînayetên trans polîtîk in" hatin berzkirin. Dema meş dewam kir polîsan her jin asteng dikririn û dest dirêjî transan dikirin. Dirûşme hatin berzkirin û stran hatin gotin. Beste Yorulmaz li ser navê jinan daxuyaniya bi Kurmancî, Erebî û Tirkî xwend.
 
'Em ê mafên xwe biparêzin'
 
Beste da zanîn ku ew di 15'emîn meşa femînîst de dîsa li kolanan e û wiha domand:"Ji dîrokê heta niha me jinan li dijî zihniyeta desthildatdar li berxwe da. Em jinên di ferqiya hêza xwe de ne. Em ew femînîstan e ku em serîhildana xwe li kuçeyan belav dikin. Dibêjin tundî kêm bûye. Lê belê ne wiha ye. Ev têr nekir nîqaş derbarê Peymanê Stenbolê de dan destpêkirin. Lê em ê li dijî vê yekê mafên xwe biparêzin. 
 
'Em pergala dibêje xizanî qeder e qebûl nake'
 
Beste da zanîn ku ew pergala dibêje xizanî qeder e qebûl nakin û wiha domand:"Li gor wan hêz û pere dê mêr di destên xwe de bigirin lê belê jin jî ew ê bibe aliyê ku îdare dike. Em vê qebûl nakin. Kurtaj jî mafê me ye, îstihdam jî. Bi binçavkirin, girtinê mafên me binpê dikin. Bila xewa we bireve. Dê patrîarkalê bi hêza femînîzmê hilweşe. Em dewam bikin ku li dijî zilmê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinan çalakî bi govendê dewam kir. Piştî çalakiyê jin tevî astengiyên polîsan heta Kolana Yukselê bi dirûşman meşiyan.