Jin li Taksîmê bi dirûşma 'Serîhildan' meşiyan

  • 20:18 8 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo 19'emîn Meşa Şevê ya Femînîst bi hezaran jin li Kolana Sıraselviler hatin gel hevdu û bi dirûşma "serîhildan" ber bi Kadikoyê ve meşiyan. 
 
Jinên li Stenbolê îsal fînala çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Raperîna femînîst li her derê ye" ew ê li 19'emîn  Meşa Şevê ya Femînîst bikin. Destûr ji bo Kolana Îstiklalê nehat dayin û bi hezaran jin li Kolana Siraselviler hatin gel hevdu. 
 
Bi hezaran jin bi cilên xwe yên rengo rengo meşiyan. Jinan bi erbane, def û pispîskan her wiha bi flamayên rengo rengo 8'ê Adarê pêşwazî kirin. Jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ne edaleta mêr a rast","Em natirsin nasekinin û serî natewînin" berz kirin. Jinan govend gerandin û dîmenên rengo rengo derketin pêş. 
 
Berî meşê bi Kurmancî, Tirkî û Erebî daxuyanî hat dayin. 
 
Di daxuyaniya ku bi serenavê "Raperîna femînîst li her derê" hat kirin de jinan diyar kirin ku ew hêza xwe ya femînîst ji piştevaniya jinê digirin û gotin li kuçeyan ew tevî hemû tiştî li gel hev in. Di daxuyaniyê de jinan gotin ew hêrs, raperîn û têkoşîn in. 
 
Em di nava serîhildanê de ne
 
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser pandemiyê û wiha gotin:"Dema mesafeya fîzîkî zêde bû newekhevî jî zêde bû. Hêza me piştevaniya me ye. Her ku em bê hêvî man ev qerebalixî hat bîra me. Em di nava serîhildanê de ne."
 
Em li jiyana xwe xwedî derdikevin
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin patriyarka li mal, cihê kar, kuçe û li her derê ye û wiha dewam kir:"Femînîzm hêza xwedîderketina jiyana me dide me. Em li jiyana xwe xwedî derdikevin. Divê Peymana Stenbolê jî bê pêkanîn. Mafê kurtajê yên jinan bên dayin neyê astengkirin."
 
Welatê azad
 
Herî dawî hat gotin li dijî patriyarka, kapitalizm, nîjadperestiyê ew ê serîhildana femînîst hebe û daxwaza demokrasî, wekhevî û welatekî azad hat nûkirin. 
 
Meşê dest pê kir
 
Piştre jinan pankarta xemrî ya bi nivîsa "Raperîna femînîst li her derê" hilgirtin û bi dirûşme, tilîlî û coşeke mezin ber bi Karakoyê ve meşiyan. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, parlamenter Ebrû Gunay, Zuleyha Gulum jî beşdarî meşê bûn.