Jin ji bo Gulîstan Doku meşiyan walîtiyê

  • 18:48 8 Adar 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Jinên ku li Dêrsimê di pêşengiya Platforma Jinan a Dêrsimê de bi minasebeta 8'ê Adarê hatin gel, bi malbata Gulîstanê re ber bi Walîtiya Dêrsimê ve meşiyan.
 
Platforma Jinan a Dêrsimê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşma "Li dijî krîz, tundî, newekheviyê têkoşîna rêxistinkirî" Li qada Seît Riza daxuyanî da. Ji malbata Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'î de agahî jê nayê girtin dayika wê Bedriye û xuşka wê Aygul Doku jî  Di daxuyaniya ku hat dayîn de, amade bûn.  Di daxuyaniyê de dowîzên bi bivîsên, "Ji bo girtiyên jin edalet", "Gulîstan Doku li ku ye" û wêneyên Gulîstan Doku hatin hilgirtin. Li ser navê platformê Gulîstan Kurban xwend.  
 
'Em li hember kiryaran e'
 
Dîlekê diyar kir ku li Dêrsimê bi taybetî li hemberî jinên ciwan êrîşên zayendî zêde bûne û wiha berdewam kir, "Her kesê ku bixwaze zerarê bide xuşkên me yên zanîngehê dixwînin bila bizanibin ku em li gel xuşkên xwe û li heberî kiryaran e.  Em dizanin ku Gokçe Kurban a ku li Ovacikê hat qetilkirin bi rêbaza DAÎŞ'ê hatiye qetilkirin û serê wê hatiye jêkirin û li bedena wê jî şopên îşkenceya zayendî hene. Em hîna nizanin ku li bajarê me xuşka me Gulîstan Doku ya ku hat windakirin çi hatiye serê wê. Em ji vir careke din bang dikin û dibêjin bila kiryar bên aşkerakirin û lêpirsîn li gorî wê bê kirin."
 
Ji bo Gulîstanê meş
 
Piştî daxuyaniyê Li gel jinan dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku û Aygul Doku jî heta ber Walîtiya Dêrsimê meşiyan. Aygulê Wêneyê Gulîstanê danî ber walîtiyê û qurnefîl jî li ber danî. Malbata Gulîstanê ji bo hevdîtina bi walî re dest bi çalakiya rûniştinê kir, lê ji wan re hat gotin ku walî ne li cihê xwe ye. 
 
'Xuşka min li ku ye?'
 
Aygul a ku li vê derê axivî, diyar kir ku nêzî sal û nîvekê ye li Gulîstanê diger lê tu agahiyê jê nagirin û wiha berdewam kir, " Ma ne îro Roja Jinan a Cîhanê ye. We Gulîstanê neparast û sal û nîveke hûn kesê bûye sedema windabûna wê diparêzin. Ez van qurnefîlan ji we re datînim bila ev jî şerma we û ya edaleta we be."
 
Piştî vê malbata Gulîstanê ji bo bi dozger re hevdîtinê bike girtin hundir.