Jin ji bo Meşa Şevê ya Femînîst diherikin Taksîmê
- 18:32 8 Adar 2021
- Rojane
STENBOL - Bi hezaran jinên diherikin Taksîmê ji bo Meşa Şevê ya Femînîst li Kolana Selviler a Sira hatin gel hevdu.
Jinên li Stenbolê îsal fînala çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Raperîna femînîst li her derê ye" ew ê li 19'emîn Meşa Şevê ya Femînîst bikin.
Jinên li li Kolana Selviler a Sira hatin gel hevdu dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ne edaleta mêr a rast","Em natirsin nasekinin û serî natewînin" berz kirin. Jinan govend gerandin û dîmenên rengo rengo derketin pêş.