Li Enqereyê bi hezaran jinî qada 8'ê Adarê tije kirin

  • 17:20 8 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Bi hezaran jinên li Enqereyê di çalakiya 8'ê Adarê de li dijî tundiya mêr dewletê raperîna xwe mezin kirin û ji Sûdanê heta Rojava serîhildana jinê silav kirin. 
 
Platforma Jinê ya Enqereyê bi dirûşma "Li dijî cihêkariyê, xizaniyê, tundiya mêr dewletê ji bo azadiya xwe em serî hildidin" li Kolana Sakaryayê mîting li dar xistin. Jin bi cilên xwe yên rengo rengo û bi dowizên "Ji koletiya malê û heqdestê kêm re na","Li dijî qetilkirina jinê raperîn" ketin qada heştê adarê. 
 
Di çalakiyê de bêtehemuliya li dijî dirûşm û pankartên kurdî yên polîsan bal kişand. Bi hezaran jinên li Enqereyê di çalakiya 8'ê Adarê de li dijî tundiya mêr dewletê raperîna xwe mezin kirin û ji Sûdanê heta Rojava serîhildana jinê silav kirin. 
 
Dema polîsan li nokteyên lêgerînê lêgerîn kirin dem bi dem rageşî zêde bûn. Dema polîsan destûr neda jinek trans derbasî qadê bibe jinên din bi dirûşmeyan bertek nîşan dan. Dîsa polîsan destûr neda ku jin dowîz û pankartên Kurdî derbasî qadê bikin. 
 
Jin piştî di nokteyên kontrolê re derbas bûn li qada mîtingê hatin cem hev. Jinan di mîtîngê de silav ji jinên kedkar û berxwedêr yên Sudan, Rojava, Şîllî û gelek welatên din re şandin. Dîsa ji Nevîn, Çîlem, Melek îpek re name şandin. Jinan disa navê jinên ku ji aliyê mêr ve hatine kuştin navê wan yek bi yek gotin. Jinên qadê jî gotin 'Li vir e' Jinan di mîtingê de bê navber “Qîr bike bila her kes bibhîze. bila tundiya mêr bi dawî bibe", “Em rektorê qeyûm naxwazin", “Em bêdeng nabin, em natirsin, em li Erdê nanerin", “Lêgerîna tazî sûc e, em qebûl nakin" û “Jin Jiyan Azadi” berz kirin. 
 
Di mîtînge de li ser navê Platforma Jinan Dîlek Yildiz diyar kir ku îqtîdara AKP'ê bi polîtîkayên dijminantiya jinê êrişî destkeftiyê jinê dike û wiha got: “Mafê me xezp dikin. Li vî welatî her rojê 3 jin tên qetilkirin. Mêr mafê jiyanê ji destê jinê digire û qetil dike. Lê li dijî vê yekê AKP çi dike? Li şûna li dijî tundiya mêr têbikoşe, daraz mêrê kujerê Îpek Er serbest berdide. Bersûcê kuştina Nadira Kadirova ku wekîlê AKP'ê Şîrîn Unal e, nayê darizandin u hêj wekîl e. Lê kesa wekî Melek Îpek ku xwe parast hat girtin û cezakirin. " 
 
Yildiz, destnîşan kir ku li bajarên Kurdan jin bi polîtikayên tacîz û tecawizê tên tepisandin û wiha bi dawî kir: "Jinên ku ji bo mafê xwe yê rêxistinî têdikoşin, bi tundiya dewletê re rû bi rû dimîne. Piştî endama YJA Starê Ekin Wan, li dijî sonra Gokçe Kurban îşkenceya zayendî û fîzîkî li bedena jinê kirin. Ev mînakên şênber in ku dewlet dijminantiya jinê dike. Jinên ciwan ji ber ku gotin 'Em Zanîngehên Jinê naxwazin, polîsan tacîz kir u xwest lêgerîna tazî bikin. 
 
Ya herî baş em dikarin hev biparêzin. Divê em hêzê bidin hev. Divê em li ked, beden û jiyana xwe xwedî derkevin. Ji bo vê yekê divê em piştevaniya jinê xurt bikin. Me îsal jî qadên 8'ê Adarê tijî kir." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi govend û stranan çalakî bi dawî bû.