'Divê polîtikayên wekheviya zayendê ji dil bê sepandin'
- 17:12 8 Adar 2021
- Rojane
KUTAHYA/STENBOL - Komisyona Mafên Zarokan û Jinê ya Baroya Kutahyayê bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê polîtikayên wekheviya zayendê ji dil bê sepandin. Jinên serhildêrên Sinbo û SML Etiket jî daxuyaniya çapemeniyê da û di daxuyaniyê de hat ragihandin 8'ê Adarê roja daketina qadan a jinan û roja serîhildanê ye.
Komisyona Mafên Zarokan û Jinê ya Baroya Kutahyayê û Jinên serhildêrên Sinbo û SML Etiket bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyanî dan. Li ser navê Komisyona Mafên Zarokan û Jinê ya Baroya Kutahyayê Seroka komisyonê û endama lijneya rêveberiyê Eda Egmir Yuceer xwend.
Divê polîtikayên wekheviya zayendê ji dil bê sepandin'
Eda Egmir da zanîn ku zagon nayên pêkanîn û got:"Divê polîtikayên wekheviya zayendê ji dil bê sepandin. Divê mekanîzmayên cudatiya zayendê neke bê avakirin û jin di qadên siyaset, aboriyê, qadên civakî de xwediyê mafên wekhev bin. Wekî parêzvanên mafên mirovan em dibêjin pêwist e Peymana Stenbolê bê bicihanîn."
Li Stenbolê jinên kedkar daxuyanî dan
Jinên serhildêrên Sinbo û SML Etiket jî daxuyaniya çapemeniyê da û di daxuyaniyê de hat ragihandin 8'ê Adarê roja daketina qadan a jinan û roja serîhildanê ye.
Li ser navê jinan Dilbent Turker daxuyanî xwend.
'8'ê Adarê roja daketina qadan a jinan û roja serîhildanê ye'
Dilbentê taybetmendiya dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û wiha got:"8'ê Adarê roja daketina qadan a jinan û roja serîhildanê ye. Jin li dijî tundî û newekheviyê têkoşîna xwe nîşan didin. Em wekî jinên kedkar pêşengiya têkoşînê dikin. Em ê hemû êrişan bi têkoşîna xwe bi dawî bikin."
Daxuyanî bi dirûşma " Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.