Ayşe Gokkan: Tecrîd mora reş a li eniya netewletan e

  • 17:01 8 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Xeml û coşa jinê mohra xwe li Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê da. Di mîtîngê de nameya Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hate xwendin. Ayşe di nameyê xwe de got. "Em jinên rêhevalê ax û avê, stêrk û rojê, erd û ezman em ê tu carî tecrîdê qebûl nekin. Tecrîda îmraliyê mora reş a li eniyê hemû netewletên cîhanê ye."
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng hat lidarxistin. Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di qada mîtîngê de pankartên wekî “Em ê yekitiya netewî bi pêşengtiya jinê birêxistin bikin", "Kuştin, taciz û tecawiz polîtîk in", "Têkoşîn bi te dest pê dike berxwedanê jî bi rêxistin bike", "Em ji bo xweza û azadiya jinê ekolojiyê diparêzin" û “Ji bo heqîqat û edaletê li ber xwe didin" hatin daliqandin.
 
Di mîtîngê de li gel Peyama Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û ya Meşa Jinan a Cîhanê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz  di mîtîngê de axivî. 
 
Ji Meşa Jinan a Cîhanê(DKY) peyama 8'ê Adarê
 
Peyama Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ya  ji bo 8'ê Adarê ya mîtîngê wiha ye: "Hilweşandina vê pergalê karê herî sereke ye. Têkoşîna me têkoşînek enternasyonalîst e. Têkoşînên me bi hev re dimeşe û em çîrokên xwe ji nû ve dinivîsin. Femînîzma me aboriya femînîst, piştgirî, serxwebûn û xweseriyê saz dike. Em li seranserê cîhanê her 8'ê Adarê bi hemû hêzên xwe li dijî mêtingeriyê, kedxwarî û serdestiya mêr têdikoşin. Ji bo jiyanan û jiyandin em li ber xwe didin, ji bo veguhestinê dimeşin."
 
'Em li dijî tecrîdê azadiyê û serxwebûnê dixwazin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, ku di mîtîngê de axivî destnîşan kir ku jin tevî zext û zordariyan dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha berdewam kir: "Hemû jinên sîyasetmedar ku di girtîgehan de ne silav dikim. Em dizanin ku hûn bi dil û hestên xwe di nav me de ne. Çiqas jinan tune bihesibînin em îro li qadan e û em ê hertim li qadan bin. Em li dijî tecrîdê azadiyê û serxwebûnê dixwazin. Dengê me bibihîzin."
 
'Li seranserî cîhanê keda jinan tê xwarin'
 
Saliha diyar kir ku li seranserî cîhanê keda jinan tê xwarin, jin li dijî vê li ber xwe didin û di dirêjiya axaftina xwe de wiha  got: "Destkeftiyên jinan  ku bi bedelên mezin bidest xistine îro di hedefa desthilatdariyê de ne. Lê belê em dev ji peymana Stenbol'ê bernadin. Dev ji nûnertiya wekhev bernadin û em ê ji bo wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îro ji ber ku ji têkoşîn û berxwadana jinê ditirsin ewqas êrîşê jinan dikin. Ji ber ku desthilatdariya îro bi şer û faşîzmê xwe li ser pîyan dihêle. Lê em dizanin ku ev pergala heyî bi hêza jinan dê biguhere."
 
'Em dev ji daxwaza xwe ya ji bo rakirina tecrîdê bernadin'
 
Salîha bal kişand ser girevên birçîbûnê jî û wiha axivî: "Li dijî polîtîkayên tecrîdê û şer em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ez silavên xwe ji çalakvanên grevên birçîbûnê re dişînim. Girtiyên sîyasî îro muameleyekê dij mirovî dibînin. Îro tecrîd li Îmraliyê di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser her kesî heye. Em dev ji daxwaza xwe ya ji bo rakirina tecrîdê bernadin."
 
Ayşe Gokkan: Em bi berxwedana li hundir û derve bangî hev dikin
 
Di mîtîngê de nameya Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan ku ji Girtîgeha Jinan a Amedê şandiye hate xwendin. Ayşe di peyama xwe de wiha got: “ Em we hemûyan bi serbilindahiya çiyayên Kurdistanê bi hênikayî ya çemen Dîcle û Firatê bi berxwedana jinên Şengalê silav dikin. Em jinên di zindanan de berxwedana li hundir û derve ku didin bangî hev dikin û dibin dengê hev. Bi rihê berxwedana Nalan û Rehşanê 8’ê Adarê pîroz dikim. 8’ê Adarê li erdnigariya her çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyê pîroz dikim. Em hemû bi hev re bejna xwe li hember bîranîna jinên ku jiyana xwe ji bo jinan dane ditewînin. Em jinên kurd mirasa jinên bi hezar salan li dijî baviksalarî, dewleta baviksalar, têkoşîna ku dane bilind dikin. Em Gulîstan û Îpekê tu carî ji bîr nakin. Em berxwedana jinên kurd, Ereb, Asurî Tirkmen û hemû nasnameyên Rojhîlata Navîn ku DAÎŞ'ê têk birin pîroz dikim.”
 
‘Tecrîd li Îmraliyê mora reş a eniya netewletên cîhanê ye’
 
Ayşe di dirêjiya peyama xwe de ev tişt got, "Berdewamiya îxaneta netewdewleta ku îro wan jinan li Hesekê, Kobanê, Sîlopîyê, Parîsê, Şengalê qetil dikin em ê têk bibin. Em jinên rêhevalên ax û avê, stêrk û rojê, erd û ezman em ê tu carî tecrîdê qebûl nekin. Tecrîda li  Îmraliyê mora reş a eniya hemû netewletên cîhanê ye. Em di zindanan da û li derve ban dikin û dibêjin; Bimre tecrîd, bijî azadî. 8’ê Adarê panzehîra nijanperestî, olperestî û zayendperestiyê ye.”
 
‘8’ê Adarê  berxwedana li dijî baviksalariyê ye'
 
Ayşeyê bal kişan ser wateya 8'ê Adarê û di peyama xwe de ev tişt got: "Em wekî jinên li dijî pergala zayendperest heta zindan vala nebin, heta jin azad nebin em dev têkoşînê bernadin. Bi van hestan carekê din dûbare dikin ku 8’ê Adarê bi berxwedana li dijî zîhnîyeta baviksalar e. Em bang dikin ku hemû jinên cîhanê dest bidin hev ji pergala zayendperest bi hevra azad bibin.”
 
‘8’ê adarê şoreşa zîhnîyeta azad e’
 
Ayşe di peyama xwe de  diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna li dijî Boko Haram, El Şebab û DAÎŞ'ê ye û wiha dawî li peyama xwe anî: "8’ê Adarê raperîna li dijî mêrên bi ûniformayên fermî ne. 8’ê Adarê serhîldana li dijî tundiya mêr û dewletê di malê de, li diibistanê, sûkan û kargehan e. 8’ê Adarê raperîn e.  8’ê adarê şoreşa zîhnîyeta azad e. Bijî berxwedana jinê. Bijî yekitiya jinê. Bijî berxwedana zindanan. 8’ê Adarê li dijî neyartiya jinê raperîn e. Jin Jiyan Azadî.”
 
 Mîtîng bi govenda li ber stranên hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) û bi stranên hunermend Xecê hat berdewamkirin.