Pîrozbahiyên Rojava yên 8'ê Adarê bi dawî bûn

  • 16:58 8 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê siharê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" dest bi pîrozbahiyan kiribûn bi gerandina govendê bi dawî bûn. 
 
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya 8'ê Adarê bi çalakiyên cuda pîroz kirin. Ji 1'ê Adarê de û heya roja pîrozbahiyê çalakiyên weke pêşengeh, şahî, daxuyanî, mîhrîcan, pêşbirk û meş li dar xistin. Îro jî şahiyên girseyî li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin li çêkirin. Di van şahiyan de dîsa jina berxwedêr nameya serkeftinê ji tevahî cîhanê re şand. Jinan bi rihekî zindî şahiyên xwe pîroz kirin û xwedî li 8'ê Adarê derketin. 
  
Pîrozbahî bi gerandina govendê li Qamişlo bi dawî bû
 
Jinên bajarê Qamişlo û Til Birakêbi hemû pêkhateyên xwe bi coş û kelecanekî mezin 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Jinan pîrozbahiya xwe li hola Seyran a taxa Qenat El- Siwês ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li dar xisitn. Kêfxweşiya jinan û dilgeşiya wan li ser rûyê wan her zindî bû. Jinan di nava şahiyê de dirûşmeyên ku jin, tekoşîn û berxwedanê bi hevdu re pênase dike anîn ziman û her govendên serkeftinê digirtin. Piştî axavtinan komên hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.
 
Koma Botana girêdayî çand û hunera bajarê Qamişlo çend stranên şoreşgerî vegotin. Koma Sakîne ya jinan a bajarê Qamişlo stranên xwe yên ku piştgiriya berxwedana jin dikin anîn ziman. Koma Pale ya çand û hunera bajarê Qamişlo jî stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Mizgîn Mehmûd ji gundê Girbawî ya girêdayî kantona Hesekê stranên xwe yên filklorî vegot. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Li Hesekê bi coşek mezin pîrozbahî pêk hat 
 
Jinên  bajarê Hesekê, Kampa Serêkaniyê û Waşûkanî, Şedadê, Hol û Erîşa pîrozbahiya girseyî ya Roja Jinên Cîhanê bi ruhekî geş û moralekî bilind pîroz kirin. Jinan li qada pîrozbahiyê nameya serkeftinê ji tevahî hêzên serwer e dan ku tu kes nikare vîna jinan bişkînin. Jinan pîrozbahiya xwe li ser seda Hesekê ya ku dikeve navbera Hesekê û til Temir li dar xistin. Jinan di şahiyê de dirûşmeyên ku jin û têkoşînê bi hevdu re pênase dike beriz kirin.
  
Piştî axaftina Fermanidariya YPJ’ê Albîn Haron, Kordînasyona Kongreya Star Sozdar Efrîn 8'ê Adarê rojek dagirtî bi berxwedaniya jinan pênase kir û wiha pêl da gotina xwe: "îro deskeftiyên ku hatine bi dest xistin, bi ruhê wekheviya jinan derdikeve holê. Pîrozbahiya 8'ê Adarê berhemên berxwedaniya jina azad e. Ji bo ku em bikaribin serkeftinê misoger bikin, divê têkoşînê mezin bikin. Divê her jinek bi ruhê azadiyê civaka xwe azad bike."
 
Di berdewamiya şahiyê de şano li ser azadiya jin di civakê de ji aliyê koma Avêsta Herekol ve hate pêşandan. Koma girê stêrk stranên xwe pêşkêş kirin. Koma şehîd Arjîn, koma jinên ciwan û tolhildan a xweser bi govenda xwe coş da jinan. 
 
Li kantona Hesekê îro şahiya girseyî a ji bo pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê bi pêşengtiya Kongreya Star hate pîrozkirin. Piştî bernameyekî têr û tijî şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Caziya Hesekê ve hat pêşkêşkirin, bi dawî bû.
 
Li Kobanê pîrozbahiya 8'ê Adarê 
 
Şahiya 8'ê Adarê ya Kantona Kobanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li rex rêka gundê Helincê hatibû li darxistin bi gerandina govendê bi dawî bû. Cihê şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên têkoşer yê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatin qetilkirin, alên Kongreya Star û pankarta bi nivîsa "Li dijî kujerê jinan sonda me tolhildan e", hatibûn xemilandin. 
 
Piştî axaftin û xwendina nameyê, komên muzîk û govendê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ya kantona Kobanê, koma muzîk a Hevrîn Xelef, koma dayikan ya govendê, koma şehîd Barîn Kobanê ya zarokan a muzîk hunerê xwe pêşkêş kirin. Paşê Hunermed Nesrîn Botan a çand û hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo sitran bi zaravayî kurdî û erebî pêşkêş kir. Piştre koma Koral a muzîkê ya çand û hunera a Baqî Xido ya bajarê Kobanê stran vegotin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Jinên Til Temir û Zirganê şahiya xwe bi dawî kirin
 
Îro di saetên serê sibehê de bi hezaran ji jinên navçeya Til Temir û Zirganê ya Kantona Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Saziya malbatên şehîdan kom bûn û bi coş û kelecaneke mezin Roja Jinên Cîhanê 8'ê Adarê pîroz kirin. Piştî axaftinan Koma Birûsk a stranan, Peyman Mihemed ji Koma Serdem bi stranên xwe, Koma Çîçekên Xabûr bi stranên xwe yên erebî her wiha Semîra Şukrî jî bi dengbêjiya xwe şahî geş kirin. 
 
Paşê Nalîn Mihemed helbesta Jin Jiyan e, Delal Oskan bi stranên xwe yên şoreşgerî coş da gerandina govendê. Di heman wextê de Koma Ş.Arjîn a govendê govenek pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê, li ber stranên kurdî û erebî bi dawî bû. 
 
Li Şehbayê coşa 8'ê Adarê 
 
Îro li Kantona şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê şahiya girseyî hate li dar xistin. Pîrozbahî bi awaz û stranên komên hunerê û gerandina govendê bi dawî bû. Di şahiyê de bernameyekî têr û tijî hate pêşkêşkirin. Şahî ku li navçeya Ehdes a şehbayê hatibû li dar xistin bi serkêşiya jinan ji govenda azadiyê re bi dawî bû. 
 
Piştî axaftin û pîrozbahiyan, Koma Şehîd Hêva ya stranana girêdayî çand û hunera şehbayê  çend stranên şoreşgerî vegotin. Hunermend Fatime Fotê strand.  Dîsa koma Şehîd Bêrîvan a Êzdiyan stranên xwe pêşkêşkirin. Koma Şehîd Viyan Soran xelekên guvenda gelerî ya  Efrînî gerandin. Paşê koma Şehîd Barîn a Tevgera Çand û Hûner Hîlala Zêrîn şanoya bi navê "Jiyana demokratîk civaka demokartîk ava dike" pêşandan.
 
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê ji bo endamên jin ên koma kevneşopiyê ya bi navê Çiyayê Kurmênc  xelat diyarî wan kirin. Koma Şehîd Mizgîn a kevneşopiyê  stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Hevseroka Komîteya Perwerdê Rohaye Kûse helbestek bi zimanê erebî got. Koma güvende ya bi navê Kevneşopiyê govendeke filklorî gerandin. Di dawiya de hunermend Zîlan Sîdo stranek pêşkêşî beşdarvana kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.  
 
Li Helebê 8'ê Adarê bi coş hat pîroz kirin
 
Jinên Helebê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" şahiyek girseyî li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi tevlîbûna bi hezaran jinan  ji hemû pêkhateyên mîna kurd, ereb, ermen û tirkmen li dar xistin. Cihê şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Rêxistina Kongreya Star û Asayişa jinê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.  Paşê dengê Rêberê Gelê Kurd di derbarê 8'ê Adarê de hate guhdarkirin. 
 
Sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinê
 
Paşê Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Newroz Efrîn roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Li hember zihniyeta mêr ya 5 hezar sal jinê serî hilda û bi berxwedan û têkoşîna xwe bersiva herî tund da wan a. Jin gihîştiye wê astê ku êdî nema jiyana bindestî û koletî qebû dike. Sedsala 21'an sedsala azadiya jinê ye, bi wê ruhê em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Azadiya jinê azadiya civakê ye
 
Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîne Omer jî Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha gotina xwe parve kir: "Dîrokê bigire heta roja îro jin her di nava têkoşînê de ye. Rengê ku îro em temaşe dikin berxwedan û têkoşîna jinan encam bûye. Jin bi sekna xwe îspat kir ku ew jî dikare di hemû xebatan de pêşengtiyê bike. Rêber Apo herdem destnîşan dike ku ger jin azad nebe, dê civak jî azad nebe, loma di hemû kar û xebatan de jin pêşengtiyê dike û destkeftiyên ku bi dest xistiye diparêze."
 
Şahî bi koma stranên şehîd vejîn domand. Paşê koma zarokên Efrînê stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma şehîd Şîlan a Kobanê û Koma Barîn govendên xwe lîstin. Şanoyek li ser 8'ê Adarê ji aliyê çand û hunera Cemil Horo ya Helebê ve hate pêşandin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.