Banga jinan a li qadan: Em ê li dijî êrîşan tekoşînê mezin bikin

  • 16:05 8 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Jinên bi minasebeta 8'ê Adarê derketin qadan diyar kirin ku ew ê bi têkoşînê azadiyê bi dest bixin û wiha gotin:"
 
Têkoşîna me bi Rosa û Sarayan dest pê kir. Em ê li dijî êrîşan tekoşînê mezin bikin."
 
Bi hezaran jin li Mêrdîn, Riha, Hatay, Osmaniye, Semsûr û Çewlîgê bi coşek mezin daketin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. 
 
Li Çewlîgê şahî hat lidarxistin
 
Rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê, li avahiya xwe şahiyek li dar xist û piştre li nava bajar qurnefil li jinan belav kir û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya partiya xwe şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de bê navber dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di şahiyê de endama Meclîsa Jinan Îlknur Bîrol, diyar kir ku HDP partiya jinan e û azadî û heviya azadiyê pêş dixe. Jinan piştî şahiyê li navenda bajar li jinan qurnefil belav kirin. 
 
'Bijî piştevaniya jinê'
 
Platforma Jinan a Samandagê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qada Abdullah Comert daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Selver Buyukkeleş, anî ziman ku gelek destkeftiyên jinan bi deste qeyûm tê xezpkirin û wiha got: "Gelek komele û saziyên jinan bi destê qeyum dikin qahwexane. Eger neheqî û bê hiqûqî hebe jinên li dijî vê yekê têdikoşin hene. Em jinên Samandagî tu carî dest ji mafê xwe bernadin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin. Bijî piştevaniya jinê." 
 
Osmaniye
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê û TJA jî bi hevre bi heman armancê li avahiya Navçeya Navendî ya HDP'ê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade bûn û govend gerandin. 
 
Jinan li Rihayê dirûşmên têkoşînê berz kirin
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û TJA'yê li Rihayê jî bi heman armancê şahiyek li dar xistin. Jinan li Salonek Dawetê ya Navçeya Haliliyê şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Jinan li salonê pankartên "Ji bo aştiyek bi rûmet tu jî rabe ser piyan", "Gulistan Doku li ku ye?, "Jin teminata jiyana azad e" û "Cînayetên Jinan polîtîk in" vekirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadi" berz kirin. Piştre nameyên ku jinan ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin. 
 
'Ditirsin jin bibin hêz'
 
Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu anî ziman ku jina Kurd bi salan e têdikoşe û wiha got: "Jinên Kurd li gel hemû zext û tundiyê serî natewîne. Li her qadê jin ten kuştin. Em ê li dijî van hemû êrîşan tekoşîna xwe mezin bikin. "Herî zêde di serdema AKP'ê de jin hatin qetilkirin. AKP'ê êrîşî pergala Hevserokatiyê kir. Ji ber ku ditirsin jin bibin hêz." 
 
Şahiya jinan bi muzîk û govendê bi dawî bû. 
 
Platforma Jinan a Demokratîk jî bi heman armancê li Şaxa Egîtim Sen'ê daxuyanî da û 8'ê Adarê pîroz kir. 
 
Semsûr
 
Platforma Jinan a Amedê jî li avahiya KESK'ê daxuyanî da çpaemeniyê. Li ser navê platformê Eylem Yildirim, daxuyanî da û anî ziman ku ji ber polîtîkayên bê cezakirinê tundî zêde bûye.