Jinên DÎSK'î daxwaza destûra reglê kirin

  • 16:00 8 Adar 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîsyona jinê ya 2'yemîn Şaxa Genelîşê ya DÎSK'ê bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyanî da. Jinan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daxwaza destûra reglê kirin. 
 
Komîsyona jinê ya 2'yemîn Şaxa Genelîşê ya Konfederasyona Karkerên Şoreşger  (DÎSK) bi munasebeta 8'ê Adarê li ber Sumerparka berê daxuyaniya çapemeniyê da. Jinan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daxwaza destûra reglê kirin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Destûra reglê mafê jinan e","Heta jin nebin rêhevalên we hûn wekî mêr nikarin zincîrên xwe bişkînin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê","Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li ser navê jinan Hesabdara Malî Zeynep Zariçlar a 2'yemîn şaxa DÎSK'ê xwend. 
 
Zeynepê diyar kir ku bi hinceta pandemiyê gelek jin bê kar hatine hiştin û got:"Di warê îstihdama jinê de kêmasiyeke mezin heye. Li gor hesabên  DİSK-AR'ê hejmara bêkariyê ya jinê 4 milyon 764 e. Şerdên giran ên xebatê hene. Lê em ê dîsa jî piştevaniyê mezin bikin."