Li Êlihê bi sedan jin ji bo 8'ê Adarê meşiyan

  • 15:30 8 Adar 2021
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi sedan jin bi pêşengiya TJA'yê meşiyan. Jinên ku li gel dorpêça polîsan meşa xwe berdewam kirin gotin, "Em ji we natirsin û serî natewînin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Parka Ataturk bi jinan re hat gel hev û heta ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) meş li dar xist. Meş li gel dorpêça polîsan bi tevlibûna parlamentera DHP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, hevşaredara Êlihê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Korkmaz, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê û bi sedan jinan hat lidarxisitn. 
 
Di dema meş hat kirin de polîs destur neda pankarta bi nivîsa, "Em li hember qirkirinê jiyanê li hember tecrîdê azadiyê diparêzin" û dowîzên bi nivîsa "Mêr dikuje dewlet diparêze" û "Ji bo jinan adalet" û desteser kirin. Lê jin bi dowîzên bi nivîsa "Bijî 8'ê Adarê" ," Jinên ciwan dimeşin erd û ezman diheje" , "Bijî hevkariya jinan" û bi çepikan meşa xwe berdewam kirin. Kesên li derdorê jî piştgirî dan jinên ku meşiyan. 
 
Jinên ku bi meşê hatin ber deriyê avahiya HDP'ê ya Bajarê Êlihê daxuyanî dan. Felek Nas Uca di axaftina ku kir de got, "8'ê Adarê roja li dijî zilmê û faşîzmê ye.  Waliyê Êlihê xwest meşa me asteng bike. Em bi ruhê Sakîneyan û Rosa Luksemburgan 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikin.  Jin jiyane û em dibêjin em belav nabin em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ji we natirsin, serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Piştî axaftina Feleknasê daxuyanî bi çepik û tilîliyên jinan bi dawî bû.