Pîrozbahiyên 8'ê Adarê li Şengalê bi coş didome

  • 15:13 8 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bi beşdariya bi sedan jinan li Geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê 8'ê Adarê tê pîrozkirin. 
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dana qada şahiyê ya li Geliyê Kersê ê çiyayê Şengalê. Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatî organîzekirin bi meşekê ji derê geliyê Kersê heta cihê şahiyê pêk hat. 
 
Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Piştî girse gihaşt cihê şahiyê bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê sazî û rêxistinên jinan Daxuyanî hatin xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.
 
Şahiya jinan bi stranên Koma Hêviyên Jinên Şengalê didome. Her wiha Koma Şano, koma folklor û herwiha komên cuda jî dê derkevin ser dikê. Pîrozbahî heta saetên êvarê wê dewam bike.