Di mîtînga Wanê de peyamên Fîgen û Sebahatê hat xwendin

  • 14:55 8 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Di mîtînga Wanê ya ku bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” pêk tê peyama Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel hat xwendin û wiha hat gotin: "Em ê ji bo avakirina pira azadiyê ya di navbera Stenbol, Amed, Artvîn, Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Li Wanê pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Mîtîng bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Parka Mûsa Anter a li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk tê.  Mîtîng bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" pêk tê. Qada mîtîngê bi nepoxên spî û xemrî hatin xemilandin. Her wiha pankarta "Serhildana me ji bo azadiya me ye" hat vekirin. 
 
Bi sedan jinên ku ji Agirî, Qers, Îdîr û Colemêrgê hatibûn jî bi cilên xwe yên gelerî herikîn qada mîtîngê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamentera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun, Komeleya Hikqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA DER, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Jinan a Star, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Rêxistinên Saziyên Sivîl tevlî mîtîngê bûn. 
 
'Ji bo azadiya civakê têkoşîn'
 
Piştî deqeyek rezgirtinê mîtîng hat destpêkirin. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun axivî bal kişand ser têkoşîna jinan û got "Jin ji bo azadiya civakê di nava têkoşînê de nin." Piştre li seroka Komeleya Jinan a Starê Serap Guvenç axivî û da zanîn ku hemû destkeftiyên jinan tê xespkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Newekheviya zayendî, cudakarî û şîdeta li hemberî bi destê mêran tê hunandin. Lê em ê bi têkoşîna xwe ji wan holê rakin."
 
'Jin serî radikin'
 
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku jin bi têkoşîna xwe di nava dîrokê de cih digirin û wiha axivî: "Berxwedana we û têkoşîna me didome. Em dizanin ku îqtîdara AKP'ê li hemberî jinan dijminatiyê dike û bi vî rengî îqtîdara xwe diparêze. Di televîzyonana de dibêjin 'Em li dijî kuştina jinan e' lê Peymana Stenbolê naxin meriyetê û êrişê mafê nafakayê dikin. Bi sala ne jin ji bo azadiyê serî rakir. Îro jinên kurd serî radikin."
 
Piştî axaftina xwe Dîlan peyama Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel xwend. 
 
'Dê têkoşîna me bidome'
 
Peyama Fîgenê wiha ye: "Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev. Û ez xwe qet ji wan cuda nahesibînim. Heke tu bi daxwaza berxwedan, rumet, ked, azadî, aştî û demokrasiyê de bê ba hev tu mekan, astengî û sînor nikarin te asteng bikin. Ez jî niha xwe weke ku hatime astengkirin hîs nakim, weke hefskirî hîs dikim. Ji ber ku li der ve bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotina min heye... Kesên ku gotina min dibêjin hene. Ez bawer dikim ku jin wê gotina gotinên min û gotinên me yên hevpar bidomînin. Ji her tiştî girîngtir jî gotina gotinên piştevanî û têkoşîna jinê berdewam dikin. Qasî ku ev gotin û ruh hebe rêya me vekiriye û em ê di riya xwe de bimeşin. Ji her kesî re silav û hezkirinên xwe dişînim.”
 
'Em dixwazin bibin çem û bi azadiyê ve biherîkin'
 
Piştre jî Dîlan peyama Sebahat Tuncel xwend. Di peyamê de Sebahat wiha got: "Em jin bi hezar sal in beriya azadiya ku li me hatî qedexekirin dikin. Em dixwazin bibin çem û bi azadiyê ve biherîkin. Ne tenê ji bo xwe ji bo herkesî ku hewcedariya wê bi azadiyê re heye. Jinên ku li malê hatine hepskirin, kedxwariya ku tê kirin, cudakariya ku li fabriyakan re tê kirin edî em aciz bûn. Em li dijî sînorê jiyana bav, mêr, patron û dewletê derdikevin. Em li dijî kuştin, taciz û tecawizê serî radikin. Li hemberî deriyên bi hesin, dîwarên bi beton em li qadan di govenda azadiyê de cih digirin. Em ê ji bo avakirina pira azadiyê ya di navbera Stenbol, Amed, Artvîn, Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin. Em îro jinên ku daketin qadan û stranên azadiyê distirên 8'ê Adara wan pîroz dikin. Rêya wê vekiribê û rêya me bila bibe rêya azadiya jinê." 
 
 Mîtîng bi gerandina govendan didome.