Kedkarên tenduristiyê yên jin daxuyaniya 8'ê Adarê dan

  • 14:24 8 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê di daxuyaniya bi munasebeta 8'ê Adarê  weşandin de wiha gotin:"Li dijî qeyrana ku kûr dibe bi hêza ku em ji piştevaniya xwe digirin em têkoşîna xwe mezin dikin. Ji bo em bijîn û em bidin jiyîn 8'ê Adarê girîng e. Bijî 8'ê Adarê bijî  piştevaniya jinê."
 
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên li Enqereyê bi  munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya İbni Sina daxuyaniya çapemeniyê da. Jinan xwestin li ber nexweşxaneyê daxuyaniyê bidin lê belê polîsan mudaxale kirin û pankarta ku jinan xwestin vekin çirandin. Loma jinan li baxçeyê nexweşxaneyê daxuyanî dan. 
 
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Enqereyê Nazan Karaca daxuyanî xwend. Nazanê da zanîn ku tê xwestin keda jinê bê nirx bê hiştin û got:"Wekî ku sedema pirsgirêkên tendirustiyê kedkarên tenduristiyê bin tên nîşandan loma tundiya li hember kedkarên tendirustiyê zêde dibin. Tevî êrişên kapîtalîzma patriarkal jî em dev ji têkoşîna xwe ya jiyanê bernadin. Li dijî qeyrana ku kûr dibe bi hêza ku em ji piştevaniya xwe digirin em têkoşîna xwe mezin dikin. Ji bo em bijîn û em bidin jiyîn 8'ê Adarê girîng e. Bijî 8'ê Adarê bijî  piştevaniya jinê."