Jinên tevlî mîtînga Amedê bûn: Em ê hertim bi rengên xwe li qadan bin

  • 13:42 8 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Jinên ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê ya Amedê bûn destnîşan kirin ku ew ê hertim bi rengên xwe li qadan bin û gotin ne tenê 8'ê Adarê divê hemû roj bi coşa 8'ê Adarê bên derbaskirin.
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng hate lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin qadan û dirûşma “ Jin jiyan azadî” berz kirin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn ji ajansa me re axivîn.
 
'Ne tenê 8'ê Adarê her her roj çalakî'
 
Narîn Sevîm hestên xwe yên derbarê îro de wiha anîn ziman: " Di serî de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ji bo vê rojê pir bi kelecan im. Em hemû jin li benda 8'ê Adarê bûn. Divê ne tenê 8'ê Adarê her roj çalakî û bernameyên bi vî awayî bên kirin. Coş û heyecana jinan a ji bo îro hêz da min û divê hertim wisa berdewam bikin."
 
"Bila jin hertim bi rengên xwe li qadan bin'
 
Mîhraç Dag jî wiha got: " Em dixwazin hertim jin wekî îro bi rengên xwe li qadan bin. Ji ber ku herdem mêr û dewlet li jinan tundiyê dikin. Herku diçe qetilkirina jinan zêde dibe. Di vê jin bi serhildan û têkoşîna xwe ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Min ji bo jinên ku hatine qetîlkirin xwest helbestek binivîsîm û bixwînim lê ji ber ku polîsan nehişt ez pênûsa xwe bixim hundirê qadê min nikaribû daxwaza xwe pêk bianiya. Lê divê em jin hertim li qadan bin û ji bo ku jin neyên qetilkirin û tundî li wan neyê kirin têkoşîna xwe mezin bikin. 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz be."
 
'Li hemberê jinan tu hêz nikare bisekine'
 
Vasfîye Şahîn jî wiha hest û ramanên xwe derbarê rojê de anîn ziman: "Li her derê li jinan koletî û bindestî tê ferzkirin. Lê jin ne kole û ne bindestin divê vê qebûl nekin. Bila êdî serî rakin. Mêr dibêjin qey ji xeynî wan hêzek din tune ye lê bila bizanin ku li hemberê jinan tu hêz nikare bisekine. Bijî 8'ê Adarê."
 
Mîtîng bi coşek mezin û bi kelecana jinan didome.