Ji parêzerên jin peyama 8'ê Adarê: Em ê li her derê bin

  • 13:38 8 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, parêzerên jin ên girêdayî Baroya Amed, Wan û Edeneyê daxuyanî dan û gotin: “ Em ê li hemberî newekhevîyê têkoşîna xwe bimeşînin. Em bi têkoşîna xwe re li her derê bûn, em ê li her derê bin."
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amed û Edeneyê û Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û 8'ê Adarê pîroz kirin. 
 
Li Amedê parêzerên jin 'Têkoşîna wekheviyê dê bidome'
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amed bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêş edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek parêzerên jin amade bûn. Jinên parêzer di çalakiyê de pankarta “Ne edaleta rastî ya mêran, Bijî 8’ê Adare” vekirin û daxuyanî da. Beriya jinên parêzer daxuyaniyê bidin gelek polîs û maşîneyên zirxî kom bûn. Jinan bi kurdî û tirkî daxuyanî dan. 
 
Prz. Elîf Bîtîklî bi kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Mîna her salî îsal jî  di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de em ji malên xwe, cîhên karên xwe, ji kolan û qadan dengê xwe bilind dikin. Li hemberî vê tundiyê saziyên jinan bi hemû hêzên xwe re hewl didin. Lê ev sazînan  bi destê darazê ve tê girtin. Divê dewlet li hemberî tundiya jinan hevkariyekî bi van saziyan re bimeşîne. Lê mixabin dewlet berevajî tevdigere. Ev tevger encamekî neyînî derdixe holê. Di dosyeyên tundiya jinan de ligel hebûna Peymana Stenbolê û Zagona Bi Hejmara 6284'an ku bi têkoşîna jinan ve ket meriyetê, kêmasî û neaktîviyên saziyên dadî û îdarî bandorekî neyînî li ser xebatên hemberî tundiya jinan tê meşandin dike. Di 2'yê adara 2021'an de ji aliyê Serokomarî Plansaziya Çalakiyên Mafên Mirovan hate ravekirin. Di ev plansaziyê de taybetiya Zagona Jimardara 6284'an cih digire.  Û divê gotin ku 'heya rojekî ku tenê jineke jî nebe mexdûrê tundiyê dê bê têkoşînkirin.' Ev peyman encama têkoşînên jina ye. Em wek jinan heya ku ev peyman bêkêmasî bê cih em ê şopinerê ev pevajoyê bin." 
 
Elîf, anî ziman ku dê li dijî nîqaşên li ser mafê nefeqeyê ve tê kirin, li dijî hemû cûreyên tundî yê li ser jinan tê kirin, li dijî xizanî, bêtemînatî, bêkarî û paşverûtiyê, li dijî berpê parastina jinan ve kêmasîyên di zagonan de tekoşîna xwe bimeşînên û wiha bi dawî kir: "Ji bo xurt kirina  jinê, ji bo jin  di qadê perwerdehî yê, tenduristî yê, siyasetê, dadî û hwd. qadan de wek hemû mirovan feyde bigire, ji bo pergalekî ji aliyê berpisiyariya jin û mêran de wekhevî avabibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Em êdî naxwazin di 8'ê Adarê de behsa qetil kirina jinan, hejmarên wan bikin. Em naxwazin behsa şaşîyên rexnayên li hemberî mafên nefeqeyê ve tê girtin, qedexekirina kurtajê, bi polîtîkayên muhafazakar re rêz kirina jîyanên me bikin. Em ê li hemberî ev newekheviyê têkoşîna xwe bimeşînin. Em bi têkoşîna xwe re li her derê bûn, em li her derê e û em ê li her derê bin." 
 
Parêzên jin ên Wanê 8'ê Adarê pîroz kirin 
 
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê jî bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Salona Konferansê ya Baroyê daxuyanî dan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Seroka Komîsyonê Fatma Ulgen, anî ziman ku di sala 2021'an de 68 jin hatin qetilkirin û wiha got: "Divê li dijî binpêkirina mafên jinan wekheviya zayendiya civakî bê parastin. Divê cudakariya li dijî jinê bi dawî bibe. Divê peymana Stenbolê û xala Zagona Hêjmar 6284'an bê sepandin. 
 
Li Edeneyê parêzerên jin qurnefîl belavkirin 
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî heman armancê Roja Jinan a Cîhanê, li jinan qurnefil belav kirin. Jinên Endamên Baroya Edeneyê li aliyê din li pêş Avahiya Kevir a Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Jinan pankarta "Em dest ji mafê xwe bernadin û bila Peymana Stenbolê têkeve meriyetê" vekirin. Li ser navê jinên parêzer, Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê Melek Bahar Ogru Dîzdar, daxuyanî da û xwest hikûmet peymana Stenbolê û xala Zagona 6284'an têxe meriyetê û mafê jinan biparêze.