Li Rojava pîrozbahiyên 8`ê Adarê dest pê kir
- 13:16 8 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bajarê Helebê bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” û "Rêwîtiya Seida û Hind rêwîtiya me ye, soza wan soza me ye", pîrozbahiyên 8`ê Adarê dest pê kirin.
Îro 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê boneyê pîroz dikin. Pîrozbahiyên 8`ê Adarê yên îsal bi dirûşmên "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" û "Rêwîtiya Seida û Hind rêwîtiya me ye, soza wan soza me ye", tên birêxistinkirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê bi cilên folklorî berê xwe dane cihên pîrozbahiyan. Jinan wêneyên têkoşerên azadiyê û sembolên jin rakirin.
Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê pîrozbahiyên vê rojê dest pê kirin. Cihên ku dê pîrozbahî lê bên lidarxistin ev in:
Li Qamişloyê pîrozbahî li hola Seyran a rojhilatê Qamişlo, li Amûdê li gundê Girê Moza yê li rojhilatê navenda navçeyê li ser rêya di navbera Amûdê û Qamişlo de tê lidarxistin.
Qamişlo: Pîrozbahî li hola Seyran a rojhilatê Qamişlo tê birêxistinkirin.
Navçeya Amûdê: Pîrzobahî li gundê Girê Moza yêî li rojhilatê navenda navçeyê li ser rêya di navbera Amûdê û Qamişlo de tê lidarxistin.
Navçeya Girkê Legê û Bajarokên Gerêdayî wê: Pîrozbahî li hola Sîpan a navçeya Girkê Legê tê birêxistinkirin.
Bajarê Dêrikê: Şahî li yarîgeha Dêrikê ye.
Navçeya Tirbesiyê û Til Hemîs: pîrozbahî li bendava Mizgeft a bakur rojhilatê navçeyê ye.
Reqa: Pîrozbahiyên bajarên Reqa, Tebqa, gundewarê Dêrazor û bajarê Minbicê li qada Furqeya 17`an a li bakurê Reqayê tê lidarxistin.
Şehba: Pîrozbahî li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê tê birêxistinkirin.
Heserê:Pîrozbahî li bendava rojhilat tê lidarxistin.
Navçeya Dirbêsiyê: Pîrozbahî li geraca navenda navçeyê tê lidarxistin.
Navçeya Til Temir:Li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê.
Heleb: Pîrozbahiya bajarê Helebê li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd tê lidarxistin.
Kobanê: Şahiya Kobanê li ser rêya Helincê ya li başûr rojhilatê navenda bajêr tê birêxistinkirin.
Di pîrozbahiyan de nûnerên rêxistin û saziyên jinan axaftinan bikin û komên hunerî û folklorî yên jinên herêmê pêşandanên hunerî pêşkêş bikin.