Pervîn Bûldan tevlî vekirina 'Daristana 8'ê Adarê' bû

  • 12:57 8 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ser daweta Dîlek Îmamoglu û Serokê ÎBB'yê Ekrem Îmamoglu beşdarî vekirina "Daristana Bîranînê ya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê". 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser daweta Dîlek Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu beşdarî vekirina "Daristana Bîranînê ya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê". Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz Kaya û jinên HDP'yî tevî Pervînê beşdarî vekirinê bû. Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û gelek endamên CHP'ê jî beşdarî vekirinê bûn. 
 
Piştî axaftina vekirinê Ekrem Îmamoglu diyar kir ku ew ji bo standarta jiyanê ya jinê zêde bibe wekî şaredarî xebatê dikin û got di nava van şitilan de hezkirin, aramî û aştî hene. 
 
Piştre Dilek Îmamoglu axivî. Dilekê diyar kir ku divê Peymana Stenbolê li ser qaxizê nemîne û ji bo jinan gelekî girîng e. Her wiha got divê xebatên jinê bên zêdekirin û li dijî tundiyê têkoşîn bê kirin da ku tundiya li ser jinê bi dawî bibe. 
 
Piştî axaftinan jinan darên xwe çandin. Pervîn Bûldan jî tevî jinên HDP'yî li ser navên xwe dar çandin.