Destûr ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê hat dayin

  • 11:07 6 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Destûra ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê hat dayin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, wê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin”, dê roja 8’ê Adarê mîtînga herêmê li dar bixin. TJA û Meclîsa Jinan ji bo lidarxistina mîtîngê destûr xwestibûn. Ji bo lidarxistina mîtîngê destûr hat dayîn. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên herêmê wê beşdarî mîtîngê bibin. Mîtîng wê saet 11.00’ê Duşemê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin. Li bendêye ku gelek hûnermend derkevin ser dika mîtîngê û stranên xwe bêjin.