Destûr ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê hat dayin 2021-03-06 11:07:45   WAN - Destûra ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê hat dayin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, wê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin”, dê roja 8’ê Adarê mîtînga herêmê li dar bixin. TJA û Meclîsa Jinan ji bo lidarxistina mîtîngê destûr xwestibûn. Ji bo lidarxistina mîtîngê destûr hat dayîn.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên herêmê wê beşdarî mîtîngê bibin. Mîtîng wê saet 11.00’ê Duşemê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin. Li bendêye ku gelek hûnermend derkevin ser dika mîtîngê û stranên xwe bêjin.