Çalakiya xelkê Şengalê 92 roj in didome

  • 16:24 3 Adar 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 92 roj in didome. 
 
Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 92 roj in ji hêla meclis û saziyên Şengalê ve tê berdewamkirin.
 
Xelkê Şengalê 92 roj in kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.