Çalakiya xelkê Şengalê 92 roj in didome 2021-03-03 16:24:56   ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 92 roj in didome.    Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 92 roj in ji hêla meclis û saziyên Şengalê ve tê berdewamkirin.   Xelkê Şengalê 92 roj in kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.