Du HDP'yî hatin binçavkirin
- 16:14 2 Adar 2021
- Rojane
AGIRÎ - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Bazîdê Gonul Ozturk û rêvebera HDP'ê ya Bajarê Agiriyê Hamîde Turan hatin binçavkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bazîda Agiriyê Gonul Ozturk û ji rêveberên rêxisitna HDP'ê ya Agiriyê Hamîde Turan hatin binçavkirin. Herdu jinên ku dema ji avahiya HDP'ê ya Agiriyê derdiketin hatin binçavkirin birin muduriyeta polîsan ya bajêr.