Du HDP'yî hatin binçavkirin 2021-03-02 16:14:00     AGIRÎ - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Bazîdê Gonul Ozturk û rêvebera HDP'ê ya Bajarê Agiriyê Hamîde Turan hatin binçavkirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bazîda Agiriyê Gonul Ozturk û ji rêveberên rêxisitna HDP'ê ya Agiriyê Hamîde Turan hatin binçavkirin. Herdu jinên ku dema ji avahiya HDP'ê ya Agiriyê derdiketin hatin binçavkirin birin muduriyeta polîsan ya bajêr.