Li Mêrsînê serdegirtina malan
- 12:35 2 Adar 2021
- Rojane
MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên li Mêrsînê ku hatin kirin de 6 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve dibe de polîsan duh bi şev bi ser hin malan de girtin. Piştî serdegirtinan rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsînê yên berê Zozan Îlgen, Cabbar Karabey, Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. Derbarê hinceta binçavkirinan de tu agahî nehatin bidest xistin.
Ji aliyê din aktivîsta TJA’yê Berîtan Onen a di çarçoveya operasyonê de li Amedê hat binçavkirin li bendê ye ku wê bînin Mêrsînê.