Li Mêrsînê serdegirtina malan 2021-03-02 12:35:05   MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên li Mêrsînê ku hatin kirin de 6 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve dibe de polîsan duh bi şev bi ser hin malan de girtin. Piştî serdegirtinan rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) yên Mêrsînê yên berê Zozan Îlgen, Cabbar Karabey,  Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. Derbarê hinceta binçavkirinan de tu agahî nehatin bidest xistin.    Ji aliyê din aktivîsta TJA’yê Berîtan Onen a di çarçoveya operasyonê de li Amedê hat binçavkirin li bendê ye ku wê bînin Mêrsînê.