Dê rapora qeyûman ji aliyê HDP'ê ve bê eşkerekirin

  • 10:59 23 Sibat 2021
  • Rojane
ENQERE - Dê sibehê Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a HDP’ê, rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.
 
Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê sibehê li Navenda xwe ya Giştî, rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.
 
'Xespa Vînê û Rastiya Qeyûman'
 
Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ên HDP’ê Salîm Kaplan û Hediye Karaaslan wê sibehê rapora bi navê “Xespa Vînê û Rastiya Qeyûman” bi raya giştî re parve bikin. Di raporê de wê tiştên ji hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û heta niha hatine jiyîn bi kurtasî bên vegotin. Wê ji asta hiqûqî ya polîtîkayên qeyûm ên desthilata AKP’ê û MHP’ê ku cara duyemîn ji bo şaredariyên HDP’ê xistiye meriyetê û pirtûkçeya bi navê “Şaredariyên ji terorê hatine paqijkirin û xizmetên wan” a Wezareta Karên Hûndir amade kir re bersiv bê dayîn.
 
Rapor ji 8 serenavan pêk tê 
 
Di rapora ku ji 8 serenavan pêk tê de bêhiqûqiyên hatine jiyîn, tahrîbatên hatine afirandin û nêlirêtî wê xal bi xal bên rêzkirin. Di raporê de wê balê bikişînin ser xebatên şaredariyên partiyê û destkeftiyên pergala hevserokatiyê jî.