Dê rapora qeyûman ji aliyê HDP'ê ve bê eşkerekirin 2021-02-23 10:59:08   ENQERE - Dê sibehê Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a HDP’ê, rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.   Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê sibehê li Navenda xwe ya Giştî, rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.   'Xespa Vînê û Rastiya Qeyûman'   Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ên HDP’ê Salîm Kaplan û Hediye Karaaslan wê sibehê rapora bi navê “Xespa Vînê û Rastiya Qeyûman” bi raya giştî re parve bikin. Di raporê de wê tiştên ji hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û heta niha hatine jiyîn bi kurtasî bên vegotin. Wê ji asta hiqûqî ya polîtîkayên qeyûm ên desthilata AKP’ê û MHP’ê ku cara duyemîn ji bo şaredariyên HDP’ê xistiye meriyetê û pirtûkçeya bi navê “Şaredariyên ji terorê hatine paqijkirin û xizmetên wan” a Wezareta Karên Hûndir amade kir re bersiv bê dayîn.   Rapor ji 8 serenavan pêk tê    Di rapora ku ji 8 serenavan pêk tê de bêhiqûqiyên hatine jiyîn, tahrîbatên hatine afirandin û nêlirêtî wê xal bi xal bên rêzkirin. Di raporê de wê balê bikişînin ser xebatên şaredariyên partiyê û destkeftiyên pergala hevserokatiyê jî.